Çete li Efrînê bi hev ketin: 6 welatî birîndar bûn

Di pevçûna navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê de 6 welatî birîndar bûn.

Çete li Efrînê bi hev ketin: 6 welatî birîndar bûn
3 hezîran, 2024   23:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di navbera çeteyên Ehrar El Şerqiye û çeteyên Firqet El Hemze de li bajarê Cindirêsê yê Efrînê pevçûn derket. Di encamê de 6 welatî birîndar bûn.Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê jî da zanîn ku vê êvarê çeteyên Ehrar El Şerqiye û çeteyên Firqet El Hemze bi çekên giran li bajarê Efrînê li otostrada mazotê bi hev ketin.

Pevçûn di navbera çeteyan de ji benda Kaziyê heta rêya Cindirêsê dewam kir. Wê yekê di navbera welatiyan de tirs çêkir, her wiha Nexweşxaneya Amanos ji kadroyên tibî û nexweşiyan hat valakirin.

Heta niha pevçûn dewam dike.

(fr)