ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-02-2024
4 sibat, 2024   02:00

Mihdî Silêman diyar kir ku ew li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dimeşin û got “Ji bo pêkanîna sozên ku me dane Rêber Abdullah Ocalan, em ê li hember Komploya Navneteweyî têkoşîna xwe bidomînîn.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Aloziya di navbera Washington û milîsên Îranê yên li Iraq û Sûriyeyê de zêde bûn ku bi xwe re fişarên li ser Biden jî zêde kirin. Dewleta Tirk a dagirker jî tevgerên xwe li Iraqê û Başûrê Kurdistanê li dijî YNK`ê zêde kirin. Li aliyekî din rageşiya li ser sînorên Lubnanê careke din dest pê kir. (BI WÊNE)

Xelkê Qamişloyê sersaxî da malbatên 4 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn. Konê sersaxiyê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan tê vedan, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Minbicê cenazeyê şehîd Hêlan El Ferîc El Selame, şervanê Hêzên Cebhet El Ekrad li goristana şehîdan a bajêr oxir dike, saet 13:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA