ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-01-2026
4 ÇILE, 2026   02:00

Jinên bajarê Dirbêsiyê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan hêvî û rûmeta gelan temsîl dike û êdî dem dema azadiya wî ya fîzîkî ye. Jinên Dirbêsiyê got desthilata Tirk mafê hêviyê paşguh kiriye, ev jî dihêle bangên gel ên bidawîkirina tecrîdê zêde bibin. BI WÊNE Û DÎMEN

Lêkoler Mihemed El Hiwêdî têkildarî rûdana karesetên mezin li Sûriyeyê hişyarî da. El Hiwêdî diyar kir ku hemû senaryo di dawiyê de heman encamê didin û got "Nenavendîbûna siyasî û îdarî êdî girîngiyek e, ne hilbijartin e."

Li gel ambargoyê, êrişên hikumeta veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn sedema qutbûna ceyranê li her du taxan û zehmetiyên dabînkirina avê. Bangên ji bo rawestandina êrişan û rakirina ambargoyê tên kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şerê li bendava Tişrînê bi saya berxwedan û yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ser ket. Di şer de welatiyên sivîl mil bi mil li kêleka QSD'ê destana şerê gel ê şoreşgerî nivîsand û teqez kir ku îradeya gel serkeftinê tîne û destkeftiyan diparêze. BI WÊNE

Çavdêran li ser zêdebûna xetera parçebûnê li Sûriyeyê ji ber nakokiyên civakî û aloziyên mezhebî, hişyarî dan û dan zanîn ku pêdivî bi peymanek neteweyî ya nû li ser bingeha nenavendîkirin û tevlîkirina hemû pêkhateyan di rêveberiyê de heye. Her wiha li Sûdan, Yemen û Afrîkayê zêde alozî zêde dibe.

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Dirbêsiyê, gerillayên HPG`ê yên ji bajêr ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne bi bîr tîne. 10.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star li bajarê Hesekê ji bo bîranîna şehîdên komkujiyên Parîsê, şevbihêrkeke helbestan li dar dixe, li Navenda Hilala Zêrîn. 17.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Şênyên kantona Reqayê dê sersaxî bidin malbatên şehîd Ebdilqadir El Xilêf û Mihemed Mistefa. 10.00. BI WÊNE Û DÎMEN