ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-11-2023
3 mijdar 2023   02:00

Lêkolîner Taha Ehmed desnîşan kir ku pêngava cîhanî, rêbaza herî guncaw a ji bo piştevaniya bi doza Rêber Abdullah Ocalan re û nasandina gelan bi ramanên wî ye û got: "Doza birêz Ocalan dozeke mirovî ye, ji ber vê yekê layiqî piştevaniyeke navneteweyî ye.′′ (BI WÊNE).

Mihemed El Salim El Eswed ji teqîna mayînekê filitî, mala wî şewitandin û gef lê xwarin ku zarokê wî bikujin, lê dev ji erka xwe ya wek endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn berneda. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Welatiyan gotin, kiryarên PDK′ê yên revandina rojnamevan û siyasetmendaran ziyanê dighîne berjewendiyên neteweyî yên kurdî û got: "PDK′ê li şûna ku dijbertiya Tevgera Rizgariya Kurdistanê bike, bila baregehên MIT′ê ji Başûr derxe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

Navenda Çand û Hunerê û Tevgera Hîlala Zêrîn a Hesekê di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de rêze çalakiyan birêxistin dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Di Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê de 16 pirtûkên helbestan hatine nirxandin. Vê carê hem komîteya amadekar hem jî berhemên ku hatine, li ser asta Sûriye, Kurdistan û derveyî welat in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ji sedên salan ve herêma Rojhilata Navîn di nava şerekî dijwar de ye. Şerê ku hîna dewam dike û di dîrokê de mîna wê rû nedaye, bûye sedema felaketên mezin û qeyranên siyasî, aborî û mirovî. (BI WÊNE).

Nivîsgeha Têkiliyan a PYD′ê ya Helebê panelekê bi navê "Geşedanên siyasî li herêmê û çareserî, li hola civînan a li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet di 12:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Mîhrîcana Wêjeyî ya Osman Sabrî di roja xwe ya sêyemîn de li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê bi dawî dibe, saet di 16:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 ANHA