Li ku derê şer hebe divê jin bibe beşek ji çareseriyê- Hêvîdar XALID

Li ku derê şer hebe divê jin bibe beşek ji çareseriyê- Hêvîdar XALID
3 mijdar 2023   06:53

Ji sedên salan ve herêma Rojhilata Navîn di nava şerekî dijwar de ye. Şerê ku hîna dewam dike û di dîrokê de mîna wê rû nedaye, bûye sedema felaketên mezin û qeyranên siyasî, aborî û mirovî.

Sedema şerê ku rû dide nakokiyên li ser desthilatê ne. Lê di dema dawîn de ev şer rêyeke din girt ku li dû xwe şopên wêraniyê û bandorên wan li ser gelên herêmê hiştin û gel xistiye nava çiravekê ku zehmet e jê derbikeve. Alozî gûrtir dibin û pêşbaziya li ser bidestxistina qezenciyan navbera aliyên herêmî û navneteweyî, di serî de DAY, Rûsya, Çînê, welatên Ewropa, gelek lîstikvanên herêmî yên dixwazin bazirganiyê bi doza gelan bikin û cihekî xwe li herêmê zêde dibe. Ev alî sûdê ji rewşa heyî  digirin da ku armancên xwe pêk bînin û berjewendiyên xwe biparêzin, piştre jî dixwazin lihevkirin û bazaran  pêk bînin. Ev alî qaşo ji bo dîtina çareseriyan ji pirsgirêkan û pêkanîna ewlehî, aramî û aştiyê, tenê sozên derew didin. Lê guh nadin soz û peymanên ji bo pêkanîna pêvajoya aştiyê û çareseriyên ku xwe dispêrin rêgezên demokrasiyê yên hemû alî jê razî ne.

Ji dozên herî girîng ên ku heta niha bê çareserî ne, pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Filistînê ye. Her du pirsgirêk heta radeyeke mezin dişibihin hev.  A niha Xeza rojeva tevahî dezgehên ragihaninê yên herêmî û navneteweyî ye. Rewşa heyî ya Xezayê encamên siyasetên wan hêzên ku bazirganiyê bi vê dozê dikin e. Propagenda û dirûşmên serketina gelê wê û mafên wan ên rewa di bin kavilên topbaran û êrişên hewayî de mane. Kesên ku bazirganiyê bi vî gelî dikin, ji bo rawestandina şer, bêdeng in. Di encamê de gelên azadîxwaz dibin qurbanên siyasetên dewletnetewe û dikevin nava pencên plan û komployên wan ên çewistandina nasnameya wan a resen û siyasetên qirkirina çandî û siyasî. Ev hemû li dijî qanûn û peymanên navneteweyî. Helebet ya ku dibe qurbana sereke ya van şeran jin e. Hîna dengê jinan nayê bihîstin û pêwîstiyên wan têne paşguhirin. Dîsa li gelek welatên herêmê jin ji navendên girtina biryarên siyasî û diplomatic têne dûrxistin.

Ruxmî ku yên herî zêde ziyanan ji ber şer dibînin jin in, lê  di dîrokê de jin ji tevlêbûna nava navend, cihên girîng û hesas ên girtina biryaran an jî derxistin qanûnan, her wiha ji prose û diyalogên aştiyê û ji însiyatîfên çareserkirina pirsgirêkên şeran re tên dûrxistin. Hêza jina, ramênên wan, hişmendiya wan a kûr, îradeya wan xurt, destkeftiyên ku di hemû qadan de bi dest xistine, têne înkarkirin. Di pergala netewedewlet de herî zêde jin têne qirkirin û teslîmiyet li ser wan tê ferzkirin.

Belê ya herî zêde koletiyê li ser wan hatiye meşandin, jin e, dibe ku ev koletiya li ser wan hatiye meşandin mîna wî di dîroka koletiyê çênebûye, ku wergirtina pariyeke xwarin ji bo wan wekî serkeftina li hemberî mirina rojane ya ji hemû aliyan ve bû. Qanûnên ne adilane yek ji berhemên dewletnetewe e ye ku ziyanên mezin gihandine jinan û edalet ji pirsgirêkên wan ên civakê re pêk neanîn. Qanûnên hatine derxistin daxwazên jinan ên standina mafên xwe yên sereke ji pergala hişmendiya baviksalar bi cih nayîne.

Tê zanîn ku jin roleke sereke di civakê de dilîze. Jin bo dabînkirina jiyaneke ewle ji malbata xwe re, ji bo mîsogerkirina ewlehiya civakî bê navber dixebite. Jin vê yekê ji hêz û mekaneke xwe ya dîrokî digirin, ji serkeftinên dîrokî yên ku di qadên civakî, çandî û aborî bi dest xistine, digirin. Di heman demê re ji rola xwe ya sereke di  pêşxistina sîstema civaka xwezayî de digire. Tê zanîn ku têkiliyên jin bi jiyanê re xurt e, ev têkilî wisa bi hêsanî ji hev nayên qutkirin.

Beşdarnebûna jinan di şerên li ser desthilatê de, rê li ber wan vedikin ku roleke çalakî di pêkanîna aştî û însiyatîfên çareseriya demokratîk ji doz û nakokiyên asêmayî û yên bi girêkê re vedike. Ji jinan tê xwestin ku xebeteke zihnî ya xurt pêk bînin û bendên tirsê bişkînin û li hemberî pergala baviksalar û desthilata serdest bisekin. Her wiha ji wan tê xwestin xebateke cidî pêk bînin û bi rihê berpirsyariya civakî, siyasî û dîpomasî tev bigerin. Ji wan tê xwestin ku ji bo avakirina jiyaneke bi rengê jinan xebateke cidî pêk bînin. Pêkanîna van armancan bêyî têkoşîna îdeolojiyê ku karibe rê li ber siyasetên desthilata mêr a hegemon a di bin ebaya demokrasî û azadiya sextet bigire, ne pêkan e.

Di demekê de ku divê rê li ber jinan bê vekirin da ku di diyalogên aştiyê de kar bike û bibe beşek ji hewlên bidawîkirina şeran, em dibînin ku jin tên paşguhirin û di piraniya deman de têne dûrxistin, her wiha nêrîn û hêza jinan biçûk tên dîtin.  Dibe ku rola jinan di maseya diyalogan de hebe, lê ev yek diyarker û kêm e. Li gel van hemûyan jî biryarên ku dem dem têne dayîn bandoreke zelal li jiyana jin û keçan dike. Dem hatiye ku rola jinan û hêza wan di pêvajoya aştiyê û dazayenkirina siberoja gelan de were naskirin.

Ji bo pêşxistina rêgehên çareseriyên demokratîk divê stratejiyên zelal ên xwe bispêrin azadiya jinan, esas werin girtin. Nabe rêveberî di destê mêran tenê de were hiştin û biryar ji aliyê wan tenê ve werin girtin. Jin di xwezaya xwe de xwediyên çareseriyê ne û ji bo bidawîkirina şeran naveynkar in.

Li herêma Rojhilata Navîn şerê hêzên mezin ên ji bo kontrolkirina cîhanê dewam dike. Ji ber vê yekê divê gelên resen ên vê herêmê li hemberî van şeran bibin yek û li hemberî destwerdanên derve têkoşînê di hemû qadan de xurt bikin. Divê gelên herêmê li hemberî hewldanên derxistina fitneyan û afirandina nakokiyên mezhebî û taîfî rabin. Her kes dizane ku gelên vê herêmê, di serî de jin, fatoriya şerên bi wekîlan didin.

Beriya çend rojan endama Komîteya Navendî ya PKK′ê Hêlîn Umît di bernameyeke taybet a Medya Haberê de bal kişand ser çareseriyên bingehîn ji pirsgirêkên gelan, di nav de pirsgirêka Kurd û ya Filistînê. Hêlîn Umît got: " Rêber Apo wek rêya çareseriyê ne netewe dewlet lê modela çareseriyê ya netewebûna demokratîk datîne meydanê. Netewebûna demokratîk rewşeke zihnî, felsefeyeke cuda ye. Awayê wê yê birêxistinbûnê jî xweseriya demokratîk e. Li ser esasê xweseriya demokratîk, gel xweser dibin, li gor cudahiya xwe vîna xwe diyar dikin û eger hev nas bikin dikarin bi hev re bijîn.′′

Li vir em dikarin bêjin ku jin dikarin roleke mezin û çalakî di pêkanîna vê sîstemê û felsefeya neteweya demokratîk de bilîzin, nemaze ku herêm ji bo avakirina vê sîstemê û pêkanîna wî zemîneke guncaw e. Li ser vê yekê divê jin ji bo avakirina hevgirtina li hemberî nakokiyên taîfî, şerên mezihebî û nîjadî têkoşînê xurt bikin. Bê guman heger ev sîstem pêk were, hingî wê azadiya jinan û pêkanîna şoreşa wan a rasteqîn werin mîsogerkirin. Divê jin ji bo têkbirina têgeh û siyasetên netewe dewlet ên ku dijminahiyê di navbera gelan de çêdike, kedeke mezin bidin.

 Ya ku bala min kişandiye, çend roj piştî destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê û gûrbûna şerê li Dîfa Xerbiye û Xezayê, jinên Filistîn û Îsraîlê însiyatîfek bi dirûşma "Jin aştiyê dixwazin dixwazin′′ ragihandin û xwestin şer bi dawî bibe û aştî pêk were.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, 8 rêxistinên jinan, ji NY′yê û rêxistinên girêdayî wî xwestin êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin. Jinên ku name ji sekretêrê giştî yê NY′yê Antonio Gutress re şandin, xwestin NY′yê û saziyên wê berpirsyariyên xwe bi cih bînin û dawîn li êrişên dewleta Tirk a dagirker bînin.

Divê jin gotina navdar a Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet a ku dibêje “Li ku derê nakokî hebe, divê jin bibe bşeke ji çareseriyê”, wekî dirûşma têkoşîna xwe ya tevlêbûna di çareserkirina  şer û avakirina aşitiyê de esas bigirin. Divê jin xwe bi rêxistin bikin û hevbendiyan ava bikin ku karibin armancên xwe li gorî rêgezên demokratîk, jiyana hevbeş bighînin serî.

(bb)

ANHA