ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03- 10 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03- 10 – 2024
3 cotmeh, 2024   02:00

Şêniyên bajarê Til Temirê Komploya Navneteweyî şermezar kir û destnîşan kir ku Rêber Abdulalh Ocalan bi rêya ramanên xwe dê aştiyê li Rojhilata Navîn bisepîne û got ew ê li qadan bin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

Weêl Ebdullah û Cumene Xelef ên ji Dirbêsiyê bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re dikevin qada hunera muzîkê û behreyên xwe yên beriya şoreşê astengkirî bûn, bi pêş xistin.

Stasyona avê ya Ezîziye nêzî mehekê rawestiya lê piştî sererastkirinê careke din av gihaşt taxên rojhilat, başûr û beşeke naverasta bajarê Hesekê. Gelo sedemên vê pirsgirêkê û çareserî çi ne?

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan li navçeya Çelebiye çalakiya konvedanê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgerên Ciwanan ên kantona Tebqa bi sernavê ʹRola ciwanan di azadiya Rêber Abdullah Ocalan deʹ li avahiya Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê panelekê diyalogê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Fermandariya Akademiya Herêma Firatê li Akademiya Şehîd Kesko ya li Firqeya 17ʹan a kantona Reqayê Dewreya Şehîd Şêrhat Qamişlo bi dawî dike, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Bajarê Til Hemîsê li ser nexweşiya penceşêra pêsîrê li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) semînereke hişyariyê dide, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrîn û Şehbayê bi diruşmaʹRola rewşenbîran di çareserkirina pirsgirêkên civakî deʹ li Mala Êzidiyan a Til Rifetê panelekê li dar dixe, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo gerîlayê HPGʹê şehîd Dêrsim Nûrhaq ê ku di 1ʹê Cotmeha 2021ʹê şehîd bûbû merasîmeke xiyabî li pêş navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a gundê Til Qerah li dar dixe, saet 16:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Oclaan li bajarê Hesekê saet 10:00ʹan, li bajarê Dirbêsiyê saet 10:00ʹan, li bajarê Şedadê saet 11:00ʹan, li bajarê Holê saet 15:00ʹan, li bajarê Til Temirê saet 17:00ʹan, li gundê Şoniyê saet 17:00ʹan çalakî tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya lidarxistina rêzeçalakiyên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan de 3 civîn girse li taxa Cûdî û Hîlaliyê yên Qamişlo û bajarokê Girbawî tên lidarxistin, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Reqa ji bo şermezarkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li pêş Pira Nû ya Reqayê meşeke maşaleyê li dar dixe, saet 18:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)