Rawestîna stasyona Ezîziye aloziya avê ya li Hesekê girantir kir

Stasyona avê ya Ezîziye nêzî mehekê rawestiya lê piştî sererastkirinê careke din av gihaşt taxên rojhilat, başûr û beşeke naverasta bajarê Hesekê. Gelo sedemên vê pirsgirêkê û çareserî çi ne?

Rawestîna stasyona Ezîziye aloziya avê ya li Hesekê girantir kir
Rawestîna stasyona Ezîziye aloziya avê ya li Hesekê girantir kir
Rawestîna stasyona Ezîziye aloziya avê ya li Hesekê girantir kir
Rawestîna stasyona Ezîziye aloziya avê ya li Hesekê girantir kir
Rawestîna stasyona Ezîziye aloziya avê ya li Hesekê girantir kir
3 cotmeh, 2024   06:40
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Ava çemê Firatê 7`ê Tîrmehê piştî sererastkirina kanala Xabûrê ya li kantona Dêrazorê gihaşte stasyona Ezîziye ya Hesekê.

Av li stasyonê tê dezenfektekirin û dûre tê berdan. Lê ji destpêkê ve li stasyonê gelek pirsgirêk derdikevin ku di encamê de dem bi dem radiweste.

Gerînendeyê stasyonê Mehmûd Kenhûş têkildarî mijarê got: "Sedemên rawestandina stasyonê gelek in, bi taybet di vê dawiyê de ku kevz û qûm li kanalên avdanê kom bûne. Ji ber wê herikîna avê di kanalên veguhastinê de giran bû û av negihaşt stasyona Sewrê ku bi rêya wê av digihêje stasyona Ezîziye."

Ava çemê Firatê piştî ku gihaşte stasyona Sewrê ji stasyona El Elwa dûre stasyona 47 re tê pompekirin û herî dawî ji stasyona Ezîziye tê pompekirin.

Kenhûş balkişand ku ew bi koordîneya Daîreya Avê ya Dêrazorê hewl dan kanalê paqij bikin lê armanca ku dixwestin bi destnexistin.

Ji ber wê tîma xebatê dawiya Tebaxê neçar ma ku pompekirina avê bi rêya kanalê bi temamî rawestîne ji bo ku kanala 35 kîlometreyî paqij bike. Xebatên paqijkirinê 20rojan dewam kir û dû wê av careke din ji Hesekê re hate pompekirin.

Li gorî bernameya pompekirinê, av niha digihêje taxa Xiwêran, Zihûr, Ezîziye, Telaê, Salihiye, Miftî û beşeke taxa Xeşman. Her wiha stasyona bajêr tê xebitandin ku avê dide taxa Eskerî, Merşû û Sîna. Her 2 rojan av ji 4 heta 5 saetan av digihêje taxên navborî.

PISGIRÊK Û ASTENGÎ

Li ser dirêjahiya kanalê, şênî avê dikişînin ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ê rawestandina stasyonê ye.

Kenhûş diyar kir ku pisgirêka duyemîn jî qutbûna kehrbeyê ye û ragihand ku heke 5 deqe kehrebe ji ser stasyonê qut bibe, stasyon heta 3 saetan radiweste.

‘SÛCEKÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ!

Li gorî Gerînendetiya Avê ya Hesekê pêwîstiya bajarê Hesekê rojane bi zêdetirî 130 hezar metrekab av heye. Berê av bi rêya stasyona Elokê yê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî dihate peydakirin lê ji dema hatiya dagirkirin ve, pirsgirêka avê li bajêr heye.

Stasyona Elok av ji nêzî milyonek û 500 hezar mirovan re ji bajarê Serêkaniyê bigire heta Til Temirê û bajarê Hesekê û gundewrên wan herêman, peyda dikir.

Lê dewleta Tirk piştî ku bajarê Serêkaniyê Cotmeha 2019`an dagir kir, bi zanabûn 40 caran ava stasyonê li ser bajêr birî. Herî dawî Hezîrana 2023`yan bû û ji wê demê ve ava stasyona Elokê qut e.

Şênî niha avê ji stasyona Ezîziye û sahrîcan peyda dikin. Rêveberiya Xweser jî li çareseriyeke daîmî digere.

(şx)

ANHA