Armanca komployê kurkirina krîza Rojhilata navîn e

Di encama komployê de li Rojhilara Navîn krîzên rastîn ên girêdayî tunebûna aştiyê û bêaramiyê derketin. Her wiha hêzên zordest, neteweperest, olperest û nîjadperest xurttir bûn û dewletên kapîtalîst armancên xwe pêk anîn.

Armanca komployê kurkirina krîza Rojhilata navîn e
3 cotmeh, 2024   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA HEBÎB

Di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêber Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî hat hûnandin. Hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst û hevkarên wê, nexasim dewletên neteweperest ên herêmê, di komployê de cih girt. Di destpêka komployê de Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket û di 15'ê Sibata 1999'an de hat girtin. 

Rêber Abdullah Ocalan nêzî 19 sal li Rojhilata Navîn derbas kirin, lê belê dewleta Tirk a dagirker gef li Sûriyeyê xwarin ku bi mûşekan êriş bike û xaka Sûriyeyê dagir bike. Ji ber vê Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê derket.

Li pêşiya Rêber Abdullah Ocalan tenê 2 rê hebûn, yan berê xwe bide çiyayên Kurdistanê û di encamê de deriyê qirkirinê li ber gelê Kurd vebe, yan jî ew berê xwe bide Ewropayê û li wir bi awayekî demokratîk û siyasî tê bikoşe.

Lê belê gelek aliyên cîhanî û herêmî di komployê de bûn hevkar. Dewletên mina Amerîka, Brîtanya û Îsraîl bi hemû rêbazan Rêber Abdullah Ocalan serdana wan kiriye, zext dikirin.

Rêber Abdullah Ocalan di der barê komploya 9'ê Cotmehê de wiha gotibû: "Ez dibînim ku Komploya Navneteweyî ya ku di 15'ê Sibata 1999'an ez anîme Tirkiyeyê, Çîroka min ji 9'ê Cotmeha 1998'an dema ku ez ji Sûriyeyê derketime dest pê kir. Ji Sûriyeyê min berê xwe da Yewnanistanê, piştre Rûsya û Îtalya. Piştre ez dîsa vegerîm Rûsya û Yewnanistanê. Li dawiyê ez li Kenyayê hatim revandin. Min ev bûyera rêzkirî wekî Komploya Navneteweyî bi nav kir ji ber ku ew di encama lîstokên siyasî, erjewendiyên aborî, xiyanet, tundî û xapandinê de derketiye."

PIŞTÎ KOMPLOYÊ ÇI QEWIMÎ?

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî tevahî gelên Rojhilata Navîn bû û ew destpêka bicihbûna dewletên rojavayî di serî de Amerîkayê li Rojhilata Navîn e. Piştî dilgirtina Rêber Abdullah Ocalan, Amerîkayê di 2003'yan de li Iraqe dagir kir, baregehên xwe li gelek deverên Rojhilata Navîn ava kirin û hişt Sûriye neçar be hişt ku Îskenderûn di 2004'an de bide dewleta Tirk a dagirker. Li dawiyê jî di 2010'an de Bihara Ereban dest pê kir.

Rêber Abdullah Ocalan dibîne ku siyaseta dewleta neteweyî li Rojhilata Navîn nabe çareseriya pisgirêkên sereke yên niştîmanî û civakî. Berovajî wê re wan pirsgirêkan kûrtir dike ji ber li dewletên  neteweyî bi xwe pirsgirêkan diafirîne. Ew ne tenê dewletên Rojhilata Navîn li hemberî gur dike, her wiha ew şerên di navbera civakan de xurttir dike.

DÛRXISTINA DEMOKRASIYÊ Û PÊŞXISYINA NÎJADPERESTÎ Û PARÇEKIRINÊ

Hemû pergalên siyasî yên herêmê bi gendelî û koalîsyonan ji bo ku desthilatdariya xwe biparêzin, mijûl bûn. Kesî girîngî nedida pêşîgirtina li parçekirinê.

 mînak, li Iraqê piştî dagirkeriya Amerîkayê Iraq li ser esasê mezhebî û neteweyî hat parçekirin û heta niha ji wan nakokiyan rizgar nebûye. Ev şer û hewldanên hêzên herêmî nexasim Îran û Tirkiye hişt rêxistineke terorî wekî DAIŞ'ê û rêxistinên din derkevin.

Li Sûriyeyê jî piştî derketina Rêber Abdullah Ocalan tu caran rewşeke aram serwer nebû. Gelek guhartin pêk hatin û rejîma Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re li hev kir û peymanên leşkerî û ewlekarî pêk anîn, hemwextî wê, rejîm razî nedibû bi hêzên niştîmanî re di serî de bi Kurdan re, tu lihevkirinê bike. Ev jî hişt krîzên neteweyî û olî derkevin, nexasim piştî wefata Hafiz Esed. Beşar Esed ji ber fikrê mezhebî da rûniştandin û derfet ji Tirkiyeyê  re vekirin da ku xwe li ser xaka Sûriyeyê ferz bike. ji Îskenderûn heta bi derketina Buhara Erebî re dewleta Tirk a dagirker bi navê destekdayîna şoreşa Sûriyeyê deverên din ên xaka Sûriyeyê dagir kirin.

Têkildarî wê Rêber Abdullah Ocalan gotibû: "Armanca Amerîkayê ji projeya ya Rojhilata Navîn ew e ku neteweperestî û dewletên neteweyî derxe pêş.  Bihêle ew şerê hev bikin da ku sedsaleke din xwe li herêmê mayînde bike. Xuya ye ku tu tevgerên rizgariyê di vê projeyê de tune ne. Ji ber ve  projeya Rojhilata Navîn a mezin a Amerîkayê bi awayekî xurt bi komploya li dijî min û radestkirina min ji bo Tirkiyeyê ve têkildar e. Pêvajoya ku di 2003'yan de dest pê kiribû. Em alternatîfa rastîn a sêyemîn a yekbûna gelan a demokratîk in, ku em li hemberî hevsengiya hêzên hegemonîk ên li dijî gelên Rojhilata Navîn disekinin.

ŞER HETA NIHA DIDOME

Şer û krîzên herêmê di navbera 2 eniyan de bûn. Eniyek dixwaze diyalog û rizgariyê dûrî destwerdana hegemonî û nijadperestî, pêş bixe, ev jî eniya Rêber Abdullah Ocalan û gelek gel û rewşenbîrên ku piştgirî dane fikrên wî. Eniyek jî ji pergalên kapîtalîst û siyasî pêk tê ku dixwazin hegemoniya xwe li ser cîhanê ferz bikin. Me ev şer di navbera dewletên rojavayî û Rûsyayê de li Ukraynayê dît. Her wiha di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de jî ku çawa hêzên herêmî û navneteweyî di serî de Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe û li ser hesabê Komara Qerebaxê, bi kar anî.

Her wiha, şerê Xeza û başûrê Lubnanê jî mînak e, nexasim ku di encamê de mezhebperestî û olperestî heta asteke bilind hat pêşxistin. Ev tev girîngiya nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên ji destpêkê ve teqez dikin. Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya 5'emîn de dabû zanîn ku yek ji jêderên krîza Rojhilata Navîn avakirina dewletên neteweyî yên erebî û dewleta Îsraîlê ye.

Rêber Abdullah Ocalan diyar kiribû ku eger ew şer û pevçûn nebana, dewleta Erebî dê bi 10 caran ji Japonyayê baştir ba. Her wiha diyar kiribû ku encama herî girîng ew e ku sîstema dewleta neteweyî pirsgirêkên niştîmanî û civakî wek ku tê gotin, çareser nake. Lê belê ew bûye amûrek ji bo gurkirin û xurtkirina şer û nakokiyên di navbera civakan de.

FIKRÊ RÊBER ABDULLAH OCALAN Û TECRUBEYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Piştî 2011'an li Sûriyeyê rewşên siyasî, leşkerî, ewlehî û civakî yên dijwar rû dan. Olperestî, nîjadperestî û neteweperestî di nava civaka Sûriyeyê de hat pêşxistin û hişyariya derketina şerekî navxweyî zêde bû. Hemwextî wê rêxistinên tundraw pêş diketin û şerê herêmî û navneteweyî yê li ser xaka Sûriyeyê jî gurtir bibû. Vê jî hişt ku kontrolkirina rewşê zehmet be.

Lê belê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelên herêmê fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên girêdayî biratiya gelan û neteweya demokratîk pêk anîn. Gelên herêmê xeta 3'yemîn girtin û xwe ji şerên olperestî û neteweperestiyê dûr xistin. Di encamê de rêxistinên terorî li herêmê hatin têkbirin û saziyên sivîl ên demokratîk ku ji aliyê nûnerên tevahî pêkhateyên herêmê ve tên birêvebirin, hatin avakirin. Ev jî piştrast dike ku tenê fikrên Rêber Abdullah Ocalan dikarin armanc û daxwazên gelan bînin cih.

(mh)

ANHA