ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-07-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-07-2026
3 tîrmeh, 2026   02:00

Şêniyên Çilaxayê diyar kir ku zimanê kurdî nasnameya wan a neteweyî û çandî û fêrbûna bi zimanê dayikê mafekî rewa ye, her wiha xwest zimanê kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de were fermîkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Endama Komîteya Têkilî û Lihevkirina Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed got “Eger serokê hikumeta demkî dikare beşeke endamên parlamentoya Sûriyeyê tayîn bike, ev yek dibe sedema paşguhkirin, zordarî û newekheviyê. Her wiha dê nûnertiya jinan di parlamentoyê de lawaz be. Ez bang li jinan dikim ku xwe baştir bi rêxistin bikin û tev li pêvajoya siyasî bibin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ajokarên li Hesekê daxwaza vegerandina para xwe ya mazota baş kir û diyar kir ku bihabûna sotemeniyê dihêle ku kirêya rêyan bê zêdekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Jinên ji bajarê Qamişloyê kiryarên li dijî jin û ciwanên Kurd ên li bajarokên Til Eran û Til Hasilê şermezar kirin û diyar kir ku ew hemû cureyên tundiyê yên li dijî jin û welatiyan red dikin û daxwaza serbestberdana girtiyan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Karkerên barkêşiyê nerazîbûna xwe li hember pêkanîna biryara qedexekirina motorîsklêtan a li bajarên parêzgeha Hesekê nîşan da û bang li aliyên peywendîdar kir ku li gorî rewşa wan careke din biryarê binirxînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

13 sal di ser bûyerên 3`yê Tîrmehê 2013`an re derbas bûn û hîna jî bidawîbûna desthilata Îxwan El Muslimîn li Misrê di nîqaşê de ye.