ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02- 07- 2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02- 07- 2026
2 tîrmeh, 2026   02:00

Malbatên Şehîdan ên bajarê Girke Legê gotin serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Ermenî Îmad Teteriyan anî ziman ku armanca wan ew e ku Ermen wek pêkhateyeke bingehîn di hemû saziyên siyasî û avakirina Sûriyeya nû de cihê xwe bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Her diçe Pirsgirêka tenduristiyê li Siwêda kûrtir dibe, derman kême, alavên bijîşkî xirabûne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gel guherînên şêwazên jiyanê jî, lê li Efrînê hîna jî jin bi rêbazên berê çêkirina mastê kemandî didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li bajarê Hesekê ajokerên taksî diyar kirin ku ew bi rêya bernameya El Mustefîd benzîna xwe digirin û mîna berê nema li benda dorê dimînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xebatên paqijiya giştî ya ku ji hêla Meclisa Gel a Bajarê Til Temir û Şaredariya Gel ve hatiye destpêkirin, didome. Kombûyîn ji cem navenda Meclisa Malbatên Şehîdan saet 09:00`an dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Akademiya Biratî li bajarê Tirbespiyê înîsiyatîfeke paqijyê ji bo paqijkirina kolanên sereke û yên sûkê pêk tîne, saet 09:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jin a PYD li bajarê Girkê Legê têkildarî êrişên li ser jinan li Til Eran û Til Hasil li pêşiya navenda xwe daxuyaniyekê dide, derbarê heman mijarê Kongra Star jî li bajarê Tirbespiyê li pêşiya navenda xwe saet 10`an daxuyaniyekê dide (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star li Bajarê Hesekê bi boneya 30`emîn salvegera şehadeta Têkoşer Zîlan (Zeyneb Kinacî) li Navenda Çand û Hunerê saet 19:00`an şevbuhêrkekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi sernavê “Dîroka Cihuyan li Qamişlo... lêkolîneke dîrokî, civakî, çandî û aborî” li Navenda HRRK`ê ya Qamişlo saet 19:30`an semînerekê orgenîze dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)