ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-03-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-03-2025
2 adar, 2025   02:00

Pisporê lêkolînên siyasî Dr. Midhet Hemad got banga Rêber Abdullah Ocalan însiyatîfeke girîng e ku di encama lêhûrbûneke siyasî û ramyarî de li gorî guhertinên li herêmê û cîhanê pêk hatiye. Her wiha got ev bang dê bi stratejiyeke nû berjewendiyên Kurdan pêk bîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji mamosteyên Zanîngeha Kobanê Selehedîn Mislim destnîşan kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tunekirina projeya neteweya demokratîk e. BI WÊNE Û DÎMEN

Rojnameyên erebî cihekî mezin da banga Rêber Ocalan û bi banga dîrokî wesif kir û diyar kir ku wê qonaxa aştî û demokrasiyê bide destpêkirin, her wiha gelek rexne li Kongreya Diyaloga Niştîmanî ya Şamê hatin kirin.

Semîha El Ebdo bi makîneyeke dirûtinê ya destan a kevn dest bi rêwîtiya pêkanîna xewna xwe kir. Bi xebata berdewam karî kargeha xwe ya taybet ava bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Nebîl Nasiro ciwanekî behremend e. Piştî karê malê piraniya demên xwe bi xêzkirina wêneyên pêşengên civaka Kurd derbas dike û bi biryar e ku behremendiya xwe bi pêş bixe û bibe şêwekarekî navdar. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo 69 şehîdên ku di salên têkoşînê de şehîd bûbûn, merasîmekê li dar dixe, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya nêzbûna Roja Jinan a Cîhanê, li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzeçalakî tên lidarxistin, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Tebqa û Dêrazorê du meşan li dar dixin, li Hesekê jî bi diruşma"Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî Em Sûriyeyeke demokratîk ava bikin" Kongra Star maçeke fotbolê ya jinên ciwan li stadyûma Şehîdan a El Muftî li dar dixe, (11:00) her wiha li Amûdê jî li Nivîsgeha PYD’ê semînerekê tê dayîn (12:00), endamên Kongra Star, bi boneya 8’ê Adarê, qad û kolanên bajarên Til Hemîs, Dêrik û Tirbespiyê dixemlînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiyên Nivîskaran û Rewşenbîran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Parka Xwendinê ya Qamişloyê civîneke çapemeniyê li dar dixe, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN