Rêveberiya Xweser 2 zarok û 2 jin radestî şandeya Austria kirin

Şandeyeke fermî ya komara Austria serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir, her wiha aliyan pêşdeçûnên li Sûriyeyê û êrişên dewleta Tirk a dagirker nîqaş kirin. Hemwextî wê Rêveberiya Xweser endamên ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê radestî şandeyê kirin.

Rêveberiya Xweser 2 zarok û 2 jin radestî şandeya Austria kirin
1 adar, 2025   23:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, şandeyeke hikumeta Austria bi serkêşiya cîgirê serokê Beşa Kar û Barên Ewlehî ya Wezareta Karên Derve yê Austria Gunther Reisner û şêwirmendê Beşa Kar û Barên Ewlehiyê yê Wezareta Karên Derve ya Gunther Reisner Andreas Adoler serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Li gorî malpera fermî ya Dîareya Têkiliyên Derve parve kiriye, şandeya Austria, ji hêla cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Robêl Beho, endamê Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm û nûnera YPJ’ê Lana Hisên ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de endamên Desteya Rêveber rewşên siyasî, mirovî, ewlehî, nêrîna Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina Sûriyeyê, nîqaş kirin.

Her wiha endamên Desteya Rêveber li ser Kongreya Diyaloga Niştîmanî axivî û got kongreyê hêviyên gelê Sûriyeyê pêk neanîn, pirrengiya taîfî, çandî, etnîkê ya li Sûriyeyê di ber çavan re negirt, hêzên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paşguh kirin.

Her wiha hat gotin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet li dijî Bendava Tişrînê, Minbic, pira Qereqozaqê û Eyn Îsayê didomin. Ew yek jî rewşên ewlehî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girêktir dikin.

Têkildarî kampên ku tê de malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene, endamên Desteya Rêveber diyar kir ku rewşa mirovî pir zehmet e, bi taybet digel rawestandina alîkariyên wekaleta Amerîkayê ya mirovî û geşepêdanê ji kampan re. Wê yekê bandoreke mezin li Rêveberiya Xweser kir ku pêdiviyên kampan dabîn bike.

Her wiha Gunther Reisner diyar kir ku li Austria hikumeteke nû heye û wê di vê hefteyê de dest bi xebata xwe bike û wê girîngiyê bide rewşa Sûriyeyê bi giştî û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet ku civak mafên xwe wergirin.

Gunther Reisner di berdewama axaftina xwe de got wê dewletên Ewropa hewl bidin alîkariyê pêşkêşî hêzên aştîxwaz ên li vê herêmê bikin.

Gunther Reisner der barê xebata vegerandina welatiyên ji komara Austria, digel van rewşên dijwar de, spasiya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), kir.

Di dawiyê de, daîreyê 2 zarok û 2 jin ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê, li gorî belgeyeke fermî ya di navbera her du aliyan de, radestî şandeya Austria, kir.

(fr)