ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01- 07- 2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01- 07- 2026
1 tîrmeh, 2026   02:00

Bilindbûna dolar û daketina nirxê lîrayê Sûriyeyê gelekî bandor li rewşa bazarê dike. Şêniyên Hesekê dixwazin buhayên kel û pelan werin kontrolkirin û tevgera bazirganiyê çalak bibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Berhemên çandiniyê yên Sûriyeyê nagihêjin bazarên Kendavê û ev yek dibe sedem ku lêçûna veguhastinê zêde bibe û bi neyînî bandorê li aboriya Sûriyeyê û tevgera bazirganiya derve bike.

Xwendekarên jin ên Zanîngeha Rojava di Pêşangeha Zanistî ya Rojava ya 1`emîn de teknolojiyên wekî projeyên çandiniyê ku bikevin xizmeta civakê, pêşkêş kirin.  BI WÊNE Û DÎMEN

Welatiyên ji pêkhateya Suryanî daxwaz kir ku ziman û nasnameya wan di destûra Sûriyeyê de bê naskirin, divê ziman û nasnameya Suryanan di materyalên xwendinê de bê danîn û çanda wan bê parastin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Kobanê dê cenazeyê çen şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku li deverên cuda şehîd bûne, li mezargea Şehîd Dicle bispêrin axê. 18.00 BI WÊNE Û DÎMEN