ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 31 - 7 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 31 - 7 - 2025
31 tîrmeh, 2025   02:00

Wêjevan û rewşenbîrên bajarê Til Temirê da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan semboleke têkoşînê ye û diyar kir ku hevdîtina bi wî re ne tenê mafekî siyasî ye, lê pêwîstiyeke ramyarî û mirovî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Şêwirmendên Jinan a Sûriyeyê ku ji aliyê NY’yê ve hatiye avakirin, di dema rejîma Esed de nedikarî xebatan bimeşîne. Niha di dema hikumeta veguhêz de jî bi hinceta “biryara NY’yê ya 22/54’an ne di demê me de bû, me eleqedar nake” jin ji nava xebatên civakî û siyasî tên vederkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di konekî riziyayî de pîrejina bi navê Şêrîn pêşwaziya mêvanên dike ku hatine sersaxiyê. Neviyê wê berî çend rojan ji ber pêvedana marekê jiyana xwe ji dest daye. Şêrîn dibêje "Niha jî ji ber mirina zarokên me kezeba me dişewite. Em dixwazin vegerin malên xwe.” BI WÊNE Û DÎMEN

Pisporên tenduristiyê bal kişandin ser bandora germa zêde ya li ser zarokan û ev hişyarî kir: “Zarokan dernexînin derve, pir av bidinê, cilên guncav li wan bikin”.  Pisporan ji bo nexweşên dil, şekirê jî hişyariya germê da. BI WÊNE Û DÎMEN

Hemleya paqijiyê ya Şaredariya Gel a Til Temirê li taxên bajêr didome (09:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a bajarê Hesekê civînekê bi komînên bajêr re li dar dixe. Di civînê de projeyên 6 mehên dawîn û yên dema bê tên nîqaşkirin (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Bi dirûşma "Hêza wan a rastîn di îradeya wan de ye" Rêxistina Nûdem navenda xwediyên pêdiviyên taybet li taxa Miftî ya bajarê Hesekê vedike (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Jinên Êzîdî ya Rojava bi boneya nêzîkbûna salvegera êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî Şengalê civîneke berfireh li hola PYD'ê ya bajarê Amûdê li dar dixe (10:30). BI WÊNE Û DÎMEN 

Rêxistina Herêmî ya Partiya Komunîst a Sûriyeyê ji bo piştgiriya şêniyên Siweydayê çalakiyeke protestoyê li pêşiya navenda Komîseriya NY'ê ya bajarê Qamişlo li dar dixe (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxiyê didin endamê TEV-DEM'ê şehîd Ebdulselam Hacî li pêşiya mala wî ya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo (18:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Studyoya şehîd Welat berhema xwe ya hunerî ya nû ya li ser destana Derwêşê Evdî diweşîne. Berhem ji bo cara yekê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo tê pêşandan (20:30). BI WÊNE Û DÎMEN