Li kantona Cizîrê 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 3 çeteyên DAIŞ'ê li gundewarê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê girtin.

Li kantona Cizîrê 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin
30 tîrmeh, 2025   23:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku Hêzên Antî Teror (HAT) ên girêdayî wan di encama operasyoneke ewlekariyê de 3 çeteyên DAIŞ'ê li herêma Hemer a bajarê Şedadê girtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi çeteyan re ev çek hatin desteserkirin:

3 klaşînkof.

15 cercûrên vala yên klaşînkof.

231 mermiyeyên klaşînkof.

3 dabance.

33 mermiyeyên dabance.

Hejmarek telefon û kelûpelên çekan.

Hêzan pabendiya xwe ya pêkanîna ewlehî û aramiyê teqez kie.

(mh)