ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 2-8-2424

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 2-8-2424
2 tebax, 2024   02:00

Ji rûspiyên Suryan Yûsif Denho diyar kir ku cezayên li hember Abdullah Ocalan neheqî ne û wek “berdewama siyasetên qirkirina gelên resen” bi nav kir. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Jinên ji Helebê nerazîbûn nîşanî tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re da û got "Gerîlayên azadiyê ji bo doza Kurd tê dikoşin, lê Barzanî li beramberî çend qurûşan Başûr difiroşin." (BI DÎMEN Û WÊNE)

Şêniyên kantona Efrîn –Şehbayê diyar kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û çeteyên wê dê berxwedanê bidomînin. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Weqfa Jinên Azad a Sûriyeyê-kantona Reqayê hewl didin jinan di tevahî qadan pêş bixin. Jinên ku ji aliyê weqfeyê perewrdeya hemşîretiyê dîtine diyar kir ku piştî perwerde dîtin ji civakê nêzîtir bûne. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Li gundê Sêgira yê bajarê Girkê Legê Mîhrîcana Hespbaziyê ya Şehîdên Sêgirê li dar dikeve saet di 8:00`an de. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Şêniyên bajarê Çilaxa, Girkê Legê, Til Koçer û Dêrikê sersaxî didin malbata şehîd Xalid El Nasir li gundê Şebek saet di 10:00`an de. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Şêniyên bajarê Hesekê şehîd Ebdulmecîd Hesen El Ilwan li Goristana Şehîd Dijwar oxir dikin saet di 18:00`an de. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Ji bo bîranîna komkujiya (fermana) Şengalê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên cihereng li dar dikevin. Şênî bi pêşengiya Kongra Star mûm li Qada Şehîd Xebat a bajarê Girkê Legê û qadên bajarê Qamişlo, bajarê Amûdê yê Goristana Şehîdan, li qada bajarê Til Hemîsê, li çerxerêya Azadî ya bajarê Tirbespiyê, li çerxerêya şehîd Mahsûm û qadên bajarê Holê û Şedadê li dar dixin saet di 19:00`an de. (BI DÎMEN Û WÊNE)