Rojavayê Kurdistanê stratejiya neteweyî nîqaş dike

Di vê pêvajoya ku guhertinên nû tên nîqaşkirin û Kurd jî bûne yek ji mijarên sereke yên van nîqaşan de, partî, rêxistin, sazî û kesayetên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê, bi armanca avakirina stratejiyek neteweyî xebatên gotubêjan didin destpêkirin.

Rojavayê Kurdistanê stratejiya neteweyî nîqaş dike
28 mijdar, 2024   09:06
QAMIŞLO

Di aloziya Rojhilata Navîn û hewldanên çareseriyê de Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye rojevek girîng. Bi taybetî jî Kurd û îradeya wan ku wekî aktorek derketiye holê, mijara hemû aliyan e. 

Nûner û pêşengên Kurdan jî, hewl didin ku berevajî sed sal beriya niha vê carê îradeyek yekpare nîşan bidin.

Li Rojavayê Kurdistanê partî, rêxistin, sazî û kesayetan bi vê mebestê dest bi danûstendinan kiriye.

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên nêzî partî û rêxistinan girtine, tê hedefkirin ku di aliyê siyasî, dîplomatîk, parastin û civakî de yekrêziya Kurdan û helwesta wan a yekpare bê avakirin.

Di çarçoveya amadekariyan de wê di navbera partî, rêxistin, sazî, rewşenbîr, bawermend û kesayetên cuda de hevdîtin werin çêkirin.

Li gorî agahiyan wê destpêkê girîngiya hatina cem hev û bandora wê ya li ser pêvajoyê bê vegotin. Dîsa dê li ser mijarên wekî, “Rewşa herêmê, pirsgirêk, êrîşên li ser herêmê, nêzîkahiyên li hemberî îradeya herêmê û li hemberî van sekna yekpare ya siyasî û dîplomatîk” gotubêj werin meşandin.

Çavkanî dibêjin ku eger hewldanên gava serkeftî derbas bibin, wê bê plankirin ku ji bo avakirina yekîtiyek stratejîk gavên din ên wekî civîn, konferans û hwd. bên avêtin.

(sb/a)

ANHA