Gundewarên Til Temir û kantona Efrîn-Şehbayê tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê bajarê Til Temirê û yên kantona Efrîn- Şehbayê dane ber topan.

Gundewarên Til Temir û kantona Efrîn-Şehbayê tên topbarankirin
28 mijdar, 2024   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Um El Kêf ê Asûriyan ê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê topbaran dikin. Çete û dagirker gund bi obîsan dan ber topan.

Di heman demê de derdora gundê Başemrê û Gundê Mezin ên bajarokê Şêrawa yê kantona Efrîn-Şehbayê bi dijwarî ji aliyê dagirekran ve tên topbarankirin.

Hêjaye bibîrxistinê ku di navbera çeteyên dewleta Tirk  ên 700 metre nêzî gund in û hêzên hikumeta Şamê de şer didome.

(bb)