Rojava kolanan terk nake

Gelê Rojavayê Kurdistanê, li hemberî êrişên qirkirinê, ji duh êvarê ve li hemû bajaran kolan dagirtine û tevlî seferberiyê dibe.

Rojava kolanan terk nake
20 ÇILE, 2026   03:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser banga seferberiyê ya QSD’ê, li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbesipiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Hesekê û Kobanê duh êvarê (19 Çile) bi hezaran kes herikîn kolanan. Bi hezaran kesan jî çekên xwe hildan û tevlî refên parastinê bûn. 

Girseyên gel heta van kêliyan jî, li kolanan û tevlî  eniyên parastina bajarên xwe dibin.

(a)

ANHA