Rojnameyan arîşeya NATO'yê û nakokiyên Îsraîl- Îranê nirxand

Çavdêr dibêjin ku Omanê roleke dîplomatîk a girîng ji bo danûstandinên di navbera Waşinton û Tehranê de pêk tîne. NATO jî ji ber bertekên Spanyayê ya li dijî zêdekirina lêçûnên parastinê di tengezariyê de ye.

Rojnameyan arîşeya NATO'yê û nakokiyên Îsraîl- Îranê nirxand
27 hezîran, 2025   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên îro der barê rola Omanê di danûstandinên di navbera Waşinton û Tehranê de û agirbesta sist a di navbera Îran û Îsraîlê de nivîsîn.

ROLA AKTÎV A OMANÊ DI DANÛSTANDINÊN DI NAVBERA WAŞINTON Û TEHRANÊ DE

Rojnameya El Ereb a li Londonê li ser rola Omanê di danûstandinên di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de nivîsand, û destnîşan kir çavên derdorên herêmî û navneteweyî li Omanê ye ji bo destpêkirina danûstandinên rawestiyayî yên di navbera Amarîka û Îranê de.

Çavdêran da zanîn ku rola Omanê wekî navbeynkarekî bêalî nebû sedem ku ew helwestên xwe yên siyasî li gorî nêrîna xwe ya dîplomatîk diyar neke, wekî dewletek ku bingehên ewlehî, aştî û diyalogê di navbera dewlet û gelan de diparêze.

DEMA KU AGIRBEST ŞER DIRÊJ DIKE

Rojnameya El Şerq El Ewset li ser agirbesta sist a di navbera Îsraîl û Îranê de nivîsî û destnîşan kir ku Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê ragihand ku Îranê "Îsraîl neçar kir ku şer bi yekalî rawestîne" piştî arîşeya leşkerî ya 12 rojan.

Rojnameyê her wiha diyar kir ku Tehranê agirbesta ferzkirî wekî encamek berxwedana xwe ya leşkerî û siyasî dibîne, û ew "ji bo her şerekî amade ye. "

Li gorî rojnameyê, Îranê piştî destwerdana rasterast a Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ev daxuyanî da, dema ku Turm pesnê xwe da ku wî "agirbest ferz kiriye ", û got ku " bernameya nukleerî ya Îranê bi dawî bû".

NATO SERÎ LI BER TRUMP DITEWÎNE, SPANYA SERÎ HILDIDE

Rojnameya El Xelîc der barê nepijirandina biryara NATOyê ya zêdekirina lêçûnên parastinê ji aliyê Spanyayê ve nivîsand  û helwesta Spanyayê weke"serhildanek li dijî rêveberiya Trump û NATOyê" bi nav kir.

Rojnameyê nivîsî: "Biryara Spanyayê di nav Ewropa û NATOyê de "serêşiyek" e, ji ber ku ew wekî serhildanek li derveyî çarçoveya Ewropî xuya dike, mîna ku yekîtiya Ewropî û parastina parzemînê ne xema Spanyayê be. "

Rojnameyê her wiha nivîsî "xetera helwesta Spanyayê ew e ku cihê wê stratejîk e, ew weke pirekê ye di navbera Ewropa û Afrîkayê de û ji bo ewlehiya herêma Deryaya Spî roleke girîng pêk tîne. "

(k)