Mafên zarokan mijara komxebetekê bû li Reqayê

Beşdarên komxebata der barê mafên zarokan, ji bo parastina zarokan û mafên wan komek pêşniyar kirin n.

Mafên zarokan mijara komxebetekê bû li Reqayê
Mafên zarokan mijara komxebetekê bû li Reqayê
Mafên zarokan mijara komxebetekê bû li Reqayê
Mafên zarokan mijara komxebetekê bû li Reqayê
Mafên zarokan mijara komxebetekê bû li Reqayê
Mafên zarokan mijara komxebetekê bû li Reqayê
27 hezîran, 2025   09:52
REQA

Desteya Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hevkariya Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran û Desteya Perwerdehiyê, komxebatek de berê karûbarên zarokan û mafên wan, li bajarê Reqayê li dar xist. Nûnerên her sê desteyan û kesên bi karûbarn zarkoan ve mijûl dibin beşdar bûn.

Di komxebatê de 4 mijar hatin gotûbêjkirin.

Cîgira Seroka Desteya Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sewsen El Xelef, mijara yekem, ya bi sernavê "Zarok di Qanûna Mirovî de" pêşkêş kir. Sewsen tekez kir ku zaroktî "bingeha avakirina kesayet û siberoja mirovan e", û destnîşan kir ku guhpêdana zarokan amadekriya pêşketin û geşbûna civakê ye.

Mijara duyemîn, bi sernavê "Zaroktî di bin siya Rêveberiya Xweser de", ku dîse ji hêla Sewsen Al Xelaf ve hate birêvebirin. Sewsen bendên herî berbiçav ên Qanûna Zarokan û zehmetiyên pêkanîna wê li ser erdê, şîrove kirin.

Mijara sêyemîn li ser perwerde û zaroktiyê bû  ku ji hêla şêwirmenda Desteya Perwerdehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xaliya Nima va hate birêvebirin. Xaliya perwerde û zaroktî wekî "mafek bingehîn" bi nav kir. Xaliya her wiha polîtîkayên Rêveberiya Xweser ji bo misogerkirina perwerdeya zarokan, têkoşîna li dijî devjêberdana dibistanê û peydakirina jîngeheke perwerdeyê ya ewle anîn ziman.

Di mijara çaremîn de rewşa zarokên astengdar hat gotûbjkirin. Cîgira Hevserokatiya Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Hisên, bal kişand ser xizmetên ku ji zarokên astengdar re têne peyda kirin, cudakariya civakî ya ku ew pê re rû bi rû dimînin û awayn tevlîkirina astengdaran di nava perwerde û xizmetguzariyê de.

Beşdarên komxebatê ji bo parastina mafên zarokan çend pêşniyar pêşkêş kirin:

Avakirina navendekê ji bo belgekirina binpêkirinên mafên zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; aktîvkirina hevkariyên bi rêxistinên navneteweyî re ji bo piştgiriya psîkolojîk û civakî bo zarokên ku ji şer bandor bûne re; û amadekirina pêşnûmeyek "Peymana Parastina Zarokan" pêşkêşî Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser were kirin.

(k)