Roja yekemîn a Mîhrîcana Rojava bi dawî bû

Roja yekemîn a 9`emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê bi nîqaşên li ser pirtûka `Rêzimana Kurmanî` û bi gotina çîrok û helbestan bi dawî bû

15 kanûn, 2023   19:30
QAMIŞLO

Çalakiyên roja yekemîn a 9`emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya bajarê Qamişlo bi tevlêbûna rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên li herêmê dewam kir.

Panel li ser pritûka `Rêzimana Kurmancî` di navbera qebûlkirin û rexneyê de ji aliyê endamên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û her du nivîskarên pirtûkê Ferhad Mûsa, Viyan Hesen û Ferîd Xelîl ve hat dayîn. Di panelê de nirxandinên têkildarî girîngiya derxistina standartekê ji bo zimanê Kurdî (Kurmancî) pêş ketin, ku ev pirtûk jî bi armanca avakirina zimanekî yekgirtî ji bo dezgehên Rêveberiya Xweser hatiye derxistin.

Di panelê de li ser derengmayîna derxistina pirtûkê jî nirxandin hebûn, zehmetiya derxistina standartekê jî vedigeriya parçebûna zimanê Kurdî bi sedema êrişên qirkirinê yên dijî gelê Kurd hatine. Kesayetên beşdarî panelê bûn têbîniyên xwe ser naveroka pirtûkên pêşkêş kirin.

Piştre li ser mijarên têkildarî Şoreşa 19`ê Tîrmehê, evînî, penaberî û êrişên dagirkeran helbest û çîrok ji aliyê helbestvan û nivîskarên bi navê Azad Osî, Cindî Metînî, Jînda Mihemed, Dilsoz Îbrahîm, Imran Yûsif, Hena Dawûd, Îmad Hemdî û Şahînê Dilbikul ve hatin xwendin.

Dûre fîlmê bi navê “Hêwa” ku bi wateya xwe hêvî ye û ji Rojhilatê Kurdistanê derketiye, bi derheneriya Mûcan Kafûsî ve hatiye derxistin, hat pêşandan.

Sibe jî dê mîhrîcan bi panel, semîner, şevbuhêrkên helbestî û fîlmekê di roja xwe ya duyemîn de dewam bike.

(sb)

ANHA