Hêzên Ewlekariya Hundirîn zarokekî revandî li malbatê vegerand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn zarokekî revandî li malbatê vegerand û kesên zarok revandine girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn zarokekî revandî li malbatê vegerand
15 kanûn, 2023   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê operasyona ku hêzên ewlekariyê kirine û zarok ji destê kesên revandî rizgar kirine de, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Hêzên me yên Dijî Tawanan giliyek wergirtin ku zarokê bi navê “Osman El Dendel” li bajarê Reqayê dema ku ji dibistanê derdiket hat revandin, kesên zarok revandine di berdêla 300 hezar dolar ji malbata zarok xwestibû. Di cih de Hêzên Dijî Tawanan bi lez dest bi operasiyonên lêkolînê kir û agahî kom kirin ji bo ku bigihêjin kesên zarok revandine û di kêmtirî 48 saetan de û bi operasiyoneke taybet ji bo ku metirsî li jiyana zarok çênebe, Hêzên Dijî Tawanan zarok bi tenduristiyeke baş piştî nîvê şeva roja înê (15ê Kanûnê) vegerandin û kesên zarok revandine jî binçav kirin. Her wiha em ê hemû hûrgiliyên operasyonê û îtîrafên sûcdaran di rojên pêş de eşkere bikin.

Em berdewama erkên xwe yên di warê parastina ewlehî û aramiya civakê de tekez dikin û şopandin û girtina her kesê ku dê jiyana welatiyan bixe metirsiyê û dadgehkirina wan."