Pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li Swîsreyê tên xwendin

Rojên Xwendina Pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Bellînzona ya Swîsreyê berdewam kir.

Pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li Swîsreyê tên xwendin
15 kanûn, 2023   18:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çerçoveya danasîna pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan yên li Girtîgeha Îmraliyê hatine nivîsîn de, kampanyaya Rojên Xwendina Pirtûkan ku hatibû destpêkirin li Swîsreyê berdewam dike.

Kampanyaya ku li ser bingeha felsefeya “Ramanên ku zindanan hildiweşînin” û “Raman nayên sînordarkirin” li sedan navendên cîhanê hatiye destpêkirin, piştî bajarên Cinêvê, Basel, Zurîh û Bernê yên Swîsreyê li bajarê Bellînzona dewam kir.

Gelek partiyên siyasî, saziyên şoreşger, rêxistinên sivîl û Kurdistanî jî di nav de bi sedan kes tev li çalakiya rojên xwendinê ya ku li Salona Sînamayê ya Forûmê hate lidarxistin bûn.

Piştî nîşandana fîlma Kobanê, di çarçoveya çalakiyê de pêşkêşiyek hat kirin.

 ‘DIVÊ XEBAT BÊNAVBER BIDOMIN

Ankolog û Endamê Şêwirmendiya Parlamentoya Navnetewî û herwiha Serokê Komeleya Ji Nû ve Avakirina Kobanê Dr. Franco Cavallî, destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêkwere û ramanên wî bigihêje tevahiya mirovahiyê, divê bênavber xebat bê meşandin.

Cavallî got, “Misogerkirina azadiya hevrê Ocalan dê ji bo me karê herî sereke û bingehîn be.”

Hate destnîşan kirin ku, ji bo ku gel bigihêje demokrasiyê divê modela jiyana azadîxwaziya jinê û ekolojiyê ku bi felsefeya Abdullah Ocalan re îro li Rojava pêk tê, bê berfirekirin.

Çalakiyê bi xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan berdewam kir.