Roja yekemîn a Festîvala Şehîd Berçem bi dawî bû

Di roja yekemîn a Festîvala Şehîd Berçem de 6 tîmên hunerî bernameyên xwe pêşandan.

6 îlon 2024   22:12
KOBANÊ

2`yemîn Mîhrîcana Şehîd Berçem bi dirûşma "Bi tîrêjên rojê hunera jinan geş dibe" vê sibê bi meşeke hunerî ji Qada Jina Azad heta Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dest pê kiribû.

Ji tevahî komên çandî û hunerî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 450 jin beşdarî festîvalê bûne.

Di roja yekemîn de li hola navendê bi dehan tablo û berhemên destan û têkildarî jiyana şehîd Berçem sinevizyonek hate pêşandan.

Li hola Navenda Baqî Xido ku bi dehan kes  amade bûne, axaftin ji aliyê endama komîteya amadekar a festîvalê Şêrîn Reşîd ve hat kirin. Dûre koma Şehîd Darsîn a ji bajarê Hesekê şanoya bi sernavê "Zend", koma Ararat a pêkhateya Ermen şanoya bi sernavê "Haa", koma Şehîd Mizgîn a ji Hesekê şanoya bi sernavê " û koma Şehîd Sakîna ya ji Kobanê şanoya bi sernavê "Keziyên jinan" pêşandan.

ÇALAKIYA ÊVARÊ

Konser saet di 18:30`an de li qada Şehîd Egîd berdewam kir. bi hezaran şênî li ber stran û govendê coşiya.

Dûre, belgefîlmek li ser dîrok û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan hate pêşandan. Piştre endama Komîteya Têkiliyan û Hevalbendiya Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed axivî û got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku jin bi çand û hunera xwe bijî, têkoşîneke mezin nîşan da. Wî jina kurd kir, siyasetmedarek, leşkerek û hunermendek. Ev festival di çarçoveya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate lidarxistin. Ji vir em dibêjin, yekitiya gelan yekitiya hunerê ya bi pêşengiya jinan e."

Festival bi stranên koma Cûdê û Stêra Zêrîn a ji Qamişloyê û hunermenda ji pêkhateya Çerkez Zeyneb Ishaq ku ji Minbicê tev li festîvalê bûye, berdewam kir.

Hunermend Bermal Çem bi qeydeke dîmen tev li festîvalê bû û komên hunerî yên ji Ermenistanê berhemên xwe pêşandan.

Roja yekemîn a festîvalê bi berhemên koma Şehîd Berçem a ji Şehbayê, koma Vejîn a ji Helebê û koma Palmîra ya ji bajarê Reqayê bi dawî bû.

Sibe wê komên hunerê dê gelek berhemên cuda pêşan bidin.

(şx)

ANHA