Turnuvaya futbolê ya şehîd Zeyneb û Mizgîn li Çilaxa dest pê kir

Ciwanên PYD'ê ya Çilaxa turnuvaya futbolê ya Şehîd Zeyneb û Mizgîn li yarîgrha Girkê Xilo ya bajarokê Abra yê bakurê rojavayê Çilaxa li dar xist.

6 îlon 2024   21:46
QAMIŞLO

Di merasîma vekirina turnuvayê de şêniyên Girkê Xilo û bajarokê Abra, endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û malbatên herdu şehîdan Zeyneb û Mizgîn beşdar bûn.

Di serî de xwişka şehîd Mizgîn, Fatme Remo hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û lidarxistina turnuvayê bi navê herdu şehîdên ku ji bo ewlehî û aştiyê tê koşiyane, pîroz kir.

Fatme Remo got: "Çalakiyên wiha ji bo pêşxistina rewşa werzîşê li herêmê gaveke baş e. Wekî piştgirî û handana ciwanan e ji bo ku xwe di qada futbolê de pêş bixin."

Piştre maça yekemîn a turnuvayê di navbera tîma Ciwanan û tîma Hevalên Ebû Hemze dest pê kir. maç bi encama 0-0 bi dawî bû.

Di turnuvayê de 19 tîmên gundên bajarokê Abra û bajarê Çilaxa li ser 9 koman, beşdar in.

Turnuva, ji bo bîranîna şehîd Zeyneb Ebdullah ku endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn a ji gundê Abra ye û li gundewarê Girkê Legê sala 2017`an şehîd bûye û şehîd Mizgîn (Eble Remo) ku şervana Hêzên Parastina Gel (HPG) ya ji gundê Girkê Xelo ye û sala 1995`an li herêma Kato Çîrk a Bakurê Kurdistanê şehîd bûye, hatiye lidarxistin.

(mh)