Roja Jîngehê li Minbicê hate pîrozkirin

Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê çalakiyek li dar xist.

Roja Jîngehê li Minbicê hate pîrozkirin
Roja Jîngehê li Minbicê hate pîrozkirin
Roja Jîngehê li Minbicê hate pîrozkirin
Roja Jîngehê li Minbicê hate pîrozkirin
Roja Jîngehê li Minbicê hate pîrozkirin
Roja Jîngehê li Minbicê hate pîrozkirin
Roja Jîngehê li Minbicê hate pîrozkirin
Roja Jîngehê li Minbicê hate pîrozkirin
Roja Jîngehê li Minbicê hate pîrozkirin
Roja Jîngehê li Minbicê hate pîrozkirin
Roja Jîngehê li Minbicê hate pîrozkirin
Roja Jîngehê li Minbicê hate pîrozkirin
Roja Jîngehê li Minbicê hate pîrozkirin
Roja Jîngehê li Minbicê hate pîrozkirin
Roja Jîngehê li Minbicê hate pîrozkirin
5 hezîran, 2024   14:25
MINBIC

Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê çalakiyek bi dirûşma "Jîngeh nebzê jiyanê ye" li dar xist. Di çalakiyê de gelek şîrket û kargehên ku pabendî rêgezên parastina jîngehê bûne, hatin xelatkirin.

Şênî û endamên saziyên rêveberiya kantonaê tev li çalakiyê bûn. Çalakî li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr li dar ket.

Cîgirê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê Cuma Heyder axivî û hewldanên xelkê kantonê ji bo parastina jingehê û hevgirtina wan silav kir. Heyder destnîşan kir ku paqijiya bajêran, yek ji stûnên civakên pêşketî ye.

Her wiha hevseroka Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê Yusra Basel axivî û got: "Divê em vê rojê pîroz bikin. Di 10 salên dawîn de, ji ber şer zirarên mezin li hawîrdorê bûn. Divê her kes jîngehê biparêze. Divê Desteya Jîngehê jî şêniyan di vî warî de hişyar bike, ji bo ku bigihêjin civakeke paqij."

Dûre koma Pêşdibistana Şems El Emel berhemên xwe yên têkildarî parastina jîngehê û koma şanoyê ya Minbicê şanoyek û gelek berhemên din pêşandan.

Di dawiyê de Desteya Jîngehê, guvaştgeha El Eqîlî, kargeha Emo Hemze ya zaterê, kargeha Wereq El Yasmîn xelat kirin, ji ber ku ji bo parastina jîngehê gelek hewldan kirine. Her wiha koma Pêşdibistana Şems El Emel û koma şanoyê ya Minbicê jî xelat kirin.

(şx)

ANHA