Li Colemêrgê protestoyan gel dest pê kir

Li Hevşaredarê bajarê Colemêrgê ya bakurê Kurdistanê Mehmet Siddik Akiş 19 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. Li ser vê yekê li bajêr dîsa protestoyan dest pê kir. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wiha got: "Qesrê li dijî gel şer îlan kir."

Li Colemêrgê protestoyan gel dest pê kir
5 hezîran, 2024   14:33
NAVENDA NÛÇEAYN

Li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hate darizandin 19 sal û 6 meh ceza hate birîn. Dadgehê her wiha biryar da ku Akiş were girtin. Piştî biryarê protestoyên li bajêr dîsa dest pê kirin. 

 HATÎMOGÛLLARI: QEYÛM DARBE YE

 Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wiha got: "Qesrê li dijî gel şer îlan kir." Hatîmogûllari destnîşan kir ku Akiş rûmeta gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye û got: "Qeyûm xespa vînê  ye, qeyûm darbe ye. Darbeya AKP'ê hate tomarkirin."