Rîhan Loqo: Doza azadiya jinan doza herî esasî ya Sûriyeyê ye

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo destnîşan kir ku bi komkujiyên ku li beravê çêdibin, tabloyeke xeternaktir derdikeve hole û got “Doza azadiya jinan doza herî esasî ya Sûriyeyê ye, divê di peymanê de xala garantiya mafên jinan hatiba danîn.”

Rîhan Loqo: Doza azadiya jinan doza herî esasî ya Sûriyeyê ye
12 adar, 2025   13:05
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Têkildarî qonaxa ku Sûriye tê re derbas dibe, komkujiyên ku li dijî elewiyan pêk tên û peymana ku di navbera fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şerî de hatiye imzekirin, berdevka Kongra Star Rihan Loqo ji ANHA`yê re axivî.

Rîhan Loqo bi bîr xist ku li hember hişmendiya rejîma Baasê ya neteweperest û zayendperest ku mafên jinan û ên pêkhateyan paşguh dikirin, bi pêşengiya jin û ciwanan 12 salan têkoşîn hate meşandin û serhildan çêbûn. Ji bo demokrasî, edalet, wekhevî û aştiyê gelê li Sûriyeyê tê koşiya. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî şoreşa jinan dest pê kir û di hemû qadên jiyanê de jinan bi awayekî xurt û bi israra avakirina jiyana azad, wekhev û azadiya gelan daketin qadan.

‘BI KOMKUJIYÊN LI PERAVÊ RE TABLOYEKE XETERNAKTIR DERDIKEVE HOLÊ’

Rîhan Loqo bal kişand ser komkujiyên li dijî elewiyan ên li perava Sûriyeyê û diyar kir ku Sûriye di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û wiha got: “Bi vê qonaxê re çavê me li rêya aştî, demokrasî, wekhevî û edaletê bû, lê niha tabloyeke xeternaktir derdikeve holê. Ji 6`ê Sibatê ve komkujî li ser jin, zarok, ciwan û malbatên sivîl, li gund û bajêran li ser gelê elewî pêk tên. Komên çete qaşo bi navê îslamê tev digerin û di vê meha pîroz de wan komkujiyan pêk tînin. Tevahî cureyên tundiyê kirin û bi sedan jin revandin. Em ji wan re sersaxiyê dixwazin û dibêjin êşa we êşa tevahî jinan û pêkhateyên li Sûriyeyê ye. Li Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê jî bi gelek awayan jin têne hedefgirtin, dixwazin plana qirkirina jinan bixin meriyetê. Bi her awayî em ê li hember tişta ku dibe bê deng nemînin û bêhtir tê bikoşin.”

‘PEYMANEKE GIRÎNG E, LÊ DIVIYABÛ XALA GARANTIYA MAFÊN JINAN TÊ DE HEBÛYA’

Rîhan Loqo destnîşan kir ku lihevkirina 10`ê Adarê gaveke gelekî girîng e û ji bo gelê Sûriyeyê şanaziyeke gelekî mezin e û wiha got: “Ev peymana ku li ser 8 xalan hatiye îmzekirin, ji bo vegera koçberan, parastina ax û destkeftiyên li Sûriyeyê gaveke gelekî girîng e. Ji bo diyaogê deriyek e û rêya çareseriyê dide diyarkirin. Doza esasî doza azadiya jinan e, ji ber ku li Sûriyeyê di asta yekemîn de êriş li dijî nasnameya jinan, destkeftî, hebûn û çanda wan tê kirin, lewma diviyabû di van xalan de, xala garantiya mafên jinan jî hatiba danîn.”

Rîhan Loqo di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ji ber vê yekê ew ê têkoşîna wan li hember tevahî hişmendiyên ku maf, doz û hebûna jinan paşguh dikin, berdewam bike û wiha got: “Divê maf, hebûn, doz û destkeftiyên jinan ne tenê di destûra Sûriyeyê de cih bigirin, divê wek mafdayîn û dozeke esasî were dîtin. Di peyama Rêber Apo de ku ji bo jinan şandibû, dibêje `doza jinan, ji doza gelê Kurd kûrtir e`. Ji ber vê ji bo avakirina welateke demokratîk pêwîstî bi hebûna jinan heye. Bêyî azadiya jinan ew welat nabe welatekî biedalet û ew civak civakeke seqet dimîne.”

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo bang li jinên li hemû herêmên Sûriyeyê kir ku di sedsala 21`an de bi yekitî û hevgirtina xwe têkoşînê xurttir bikin.

ANHA