Rêyên Minbicê tên sererastkirin

Yekitiya Şaredariyên Kantona Minbicê dest bi qîrkirina rêyan kir.

Rêyên Minbicê tên sererastkirin
Rêyên Minbicê tên sererastkirin
Rêyên Minbicê tên sererastkirin
Rêyên Minbicê tên sererastkirin
Rêyên Minbicê tên sererastkirin
Rêyên Minbicê tên sererastkirin
30 tebax, 2024   11:47
MINBIC

Yekitiya Şaredariyên Kantona Minbicê piştî serestkirina binesaziya rêyan, xebatên qîrkirina rêyên bajarokan dan destpêkirin. 

Di vê çarçoveyê de rêyên Bêlan –Til Hozan (9 km), rêya Xerfan Cûsa-Hemam Sexîr (6 km), rêya Ebû Qelqel-Sendeliye (17 km), rêya Idrîsan –Farat (4.5 km), rêya Soda (3), rêya Erbeha Sexîr (3), Xarûfiye –Ebû El Kehef (1.7) dê werin qîrkirin. Her wiha hin rêyên din ên zirar dîtine jî tên sererastkirin.

Hevserokê Nivîsgeha Lêkolînan a Yekitiya Şaredariyên Kantona Minbicê endazyar Hesen El Hisên diyar kir ku rê li ser daxwaz û pêşniyarên şêniyan ku di civînên asayî de hatine kirin, tên qîrkirin.

El Hisên anî ziman ku ji bilî rêyên di navbera bajarok û bajaran de, dê çend rojên bê rêyên şaxî yên nava bajar jî bên qîrkirin.

 (bb)

ANHA