Hêzên Şamê nuqteyên çeteyan topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li gundewarên Hemayê kirin hedef. Di êrişeke suîqastê ya çeteyan de jî leşkerekî Şamê hate kuştin.

Hêzên Şamê nuqteyên çeteyan topbaran kirin
30 tebax, 2024   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand vê sibehê nuqteyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li eniyên Sermaniyê yê herêma Sehil El Xab a li rojavayê Hemayê bi obîsan topbaran kirin.

Hate ragihandin ku li eniya Tel Melek a li bakurê Laziqiyê jî leşkerekî hikumeta Şamê di êrişeke suîqastê ya çeteyên "Fetih El Mubîn" de hatiye kuştin.

Li gorî daneyên SOHR’ê, ji destpêka îsal ve 277 êriş li “herêma bêçek" hatine kirin. Di encama van êrişan de 299 kes hatine kuştin û zêdetirî 118 kes (leşkerên Şamê, çeteyên dewleta Tirk) û 122 sivîl birîndar bûne.

(bb)