Li Til Birakê şebekeyên ceyranê hatin sererastkirin

Navenda Rewşên Awarte ya Ceyranê ya bajarê Til Birakê sererastkirina birc û şebeyekên ceyranê yên bajar û gundewarê wê bi dawî kir.

Li Til Birakê şebekeyên ceyranê hatin sererastkirin
Li Til Birakê şebekeyên ceyranê hatin sererastkirin
Li Til Birakê şebekeyên ceyranê hatin sererastkirin
Li Til Birakê şebekeyên ceyranê hatin sererastkirin
Li Til Birakê şebekeyên ceyranê hatin sererastkirin
Li Til Birakê şebekeyên ceyranê hatin sererastkirin
Li Til Birakê şebekeyên ceyranê hatin sererastkirin
9 mijdar, 2024   04:10
HESEKÊ
AMIR EZAWÎ

Navenda Rewşên Awarte yên Ceyranê ya bajarê Til Birakê ya kantona Cizîrê xebata salane ya sererastkirina şebeyekên ceyranê yên li bajar û gundewarê wê bi dawî kirin.

Hevserokê Navenda Rewşên Awarte yên Ceyranê ya bajarê Til Birakê Farûq El Xilêf diyar kir ku navendê li ser persektîfên girîngiya sererastkirina xetên şebeyên ceyranê beriya zivistanî ku ji aliyê Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibûn dayîn, xebatên sererastkirineke giştî ya tevahî şebeyên ceyranê dabû destpêkirin.

Farûq El Xilêf destnîşan kir ku ekîpên navnedên her pênc xetên sereke ceyranê yên stasyona Nestelê û xetên Behiye, Red Şeqra û gundên girêdayî wan ku ceyranê didin stasyonê sererast kirin.

Li gorî El Xilêf, xeta stasyona avê ya li Til Azan û xeta navenda Til Birakê, xetên Mele Sibat û Serwa ku ji bajarê Qamişloyê tên, her wiha xeta Hilwiye ya ji Til Hemîsê tê jî sererast kirin.

Di çarçoveyê xebatê de, hinek birc hatin sererastkirin, kabil hatin şidandin û yên ku ji ber germahiyê ziryayî bûn hatin nûkirin, stûnên text û yên cement hatin sererastkirin, kabilên nû li gorî barên her xetekê jî hatin danîn.

Farûq El Xilêf da zanîn ku wan daxwazê şêniyan ên guhertina transên telefbûyî û sererastkirina şebekeyên hundirîn ên bi zirar bi cih anîn.

El Xilêf diyar kir ku ew amade ne di her demê de bangên şêniyan ên têkildarî ceyranê bi cih bînin.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku 29ˈê Cotmeha îsal serokê beşa teknîkî ya Navenda Rewşên Awarte ya Ceyranê ya bajarê Til Birakê Hesen El Ilêwî dema li gundê Qaîmmeqam şebekeyên ceyranê sererast dikir, kehrebe bû û jiyana xwe ji dest da û karkerê bi navê Sultan Sultan birîndar bû.

(bb)

ANHA