Rêya sereke ya Hemayê 5 mehan e li benda sererastkirinê ye

Şênî û xwediyên kamyonan ên ku rêya giştî ya di navbera Misyaf û Wadî El Iyûn ên li parêzgeha Hemayê bi kar tînin, ji ber hebûna kortikan û xerabiyê ev çend meh e rastî metirsiyan tên. Şênî daxwaza sererastkirina wê rêyê dikin.

Rêya sereke ya Hemayê 5 mehan e li benda sererastkirinê ye
Rêya sereke ya Hemayê 5 mehan e li benda sererastkirinê ye
Rêya sereke ya Hemayê 5 mehan e li benda sererastkirinê ye
24 tîrmeh, 2026   05:53
HEMA

Tevî ku hikumeta demkî ragihandiye ew ê giraniyê bide sererastkirina binesaziyê, başkirina torên veguhastinê û rêyan li Sûriyeyê, hîn jî rêyên xerab ku çûn û hatin lê zêde ye, bi mehan e nehatine sererastkirin. Ev bandorê li tevgera şêniyan dike.

Yek ji wan rêyan jî rêya giştî ya di navbera bajarê Misyaf û herêma Wadî El Iyûn de ye, ev rê ji bo Hemayê, veguhastina kel û pelan di navbera parêzgehên peravê û yên hundirîn de rêyeke sereke ye. Rojane tevgera bi hezaran xelkê bajarê Misyaf û gundewarê wê, her wiha yên parêzgeha Tertûsê li ser vê rêyê heye.

Ji 5 mehan ve ji ber kolandinên ku ji hêla saziya ava vexwarinê ve hatine kirin û piştre serarastnekirina wan rêyan, bi taybet beşa di navbera gundê El Niqîr û El Miêsra de, ew rê ji gelek aliyan ve xirab bûye.

Li gorî şopandina nûçegihanên me zirara heyî ji bo çûn hatina şêniyên gund û bajarokên El Resafê, El Miêsra, El Sindiyan, Bêt Reqta, Bermanê, El Meşayix û Wadî El Iyûn dibe asteng.

Şêniyan diyar kir kortikên li ser rûyan çêbûne, dibin sedema qezayên trafîkê, nîşaneyên têrker ên hişyarkirinê jî tune ne, ev dihêle ku zirarên madî bigihêjîn xwediyê kamyonan. Şêniyan bang li aliyên peywendîdar kir ku destwerdaneke lezgîn bikin.

Çavkaniyeke ji Şaredariya El Sindiyan diyar kir ku beriya 3 mehan wan ji Gerînendetiya Xizmetguzariya Fenî û Saziya Giştî ya Veguhastina Rêyan xwestiye pirsgirêka kortikan çareser bike lê heta niha xebat pêk nehatine.

Tevî ku beriya niha berpirsyarên saziyên veguhastinê diyar kiribû ku di vê qonaxê de ew ê zêdetir balê bikişînin ser beşa xizmetguzariyê, lê heta niha Wezareta Veguhastinê û Saziya Veguhastina Giştî sedema pêkneanîna xebatên sererastkirina rêyan û dîroka destpêkirina van xebatan jî diyar nekiriye.

(sb)

ANHA