Ji kantona Cizîrê karwanekî din ber bi Tişrînê ve bi rê ket

Komeke nû ya şêniyên kantona Cizîrê ji bo nobetê dewr bigirin, berê xwe dan Bendava Tişrînê.

Ji kantona Cizîrê karwanekî din ber bi Tişrînê ve bi rê ket
Ji kantona Cizîrê karwanekî din ber bi Tişrînê ve bi rê ket
Ji kantona Cizîrê karwanekî din ber bi Tişrînê ve bi rê ket
Ji kantona Cizîrê karwanekî din ber bi Tişrînê ve bi rê ket
Ji kantona Cizîrê karwanekî din ber bi Tişrînê ve bi rê ket
Ji kantona Cizîrê karwanekî din ber bi Tişrînê ve bi rê ket
16 nîsan, 2025   10:59
BENDAVA TIŞRÎN

Li Bendava Tişrînê biryardarî û berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin.

Ji bajarên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa yên kantona Cizîrê karwanek din ji bo nobeta parastinê dewr bigire berê xwe da Bendava Tişrînê.

Girse piştî ku li cihên kombûna erebeyan hatin gel hev, bi berzkirina dirûşmên berxwedanê ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket.

Şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa wê çalakiya nobetê ji şêniyên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak, Hol û Şedadê dewr bigirin.

Ji 8’ê Çileya îsal ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ser li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê nobetê digirin.

(bb)

ANHA