Rêxistinên jinan kiryarên li dijî sivîl û jinan şermezar kirin

Meclis, rêxistin û tevgerên jinan kiryarên li dijî jin û welatiyên Kurd ên li bajarokên Til Eran û Til Hasilê şermezar kirin û diyar kir ku ev kiryar derfetên avakirina Sûriyeyeke demokratîk ji holê radikin û ji berpirsyaran daxwaza hesabxwestinê kir.

Rêxistinên jinan kiryarên li dijî sivîl û jinan şermezar kirin
2 tîrmeh, 2026   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li hember kiryarên komên çekdar ên hikumeta demkî yên li dijî jin û welatiyên Kurd ên li bajarokên Til Eran û Til Hasil yên Helebê, li Rojavayê Kurdistanê didomin. Der barê mijarê de Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li bajarê Kobanê û Kongra Star li Tirbespiyê daxuyanî dan.

Daxuyaniya Meclisa Jinan a PYD`ê li Girkê Legê li pêşiya nivîsgeha PYD`ê ya bajêr ji hêla endama meclisê Selma Îbrahîm ve hate xwendin. Daxuyaniya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan jî li bajarê Kobanê li pêşiya navenda wan a li taxa El Cedîd ji hêla endama Komîteya Perwerdeyê ya rêxistinê Yara Mihemed ve hat xwendin. Her wiha daxuyaniya Kongra Star li bajarê Tirbespiyê li pêşiya navenda wan ji aliyê endama Kongra Star Şama Mehmûd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyan de êrişên li dijî welatiyên Kurd, jin û kalemêran, serdegirtina malan li Til Eran û Til Hasilê hatin şermezarkirin. Hat diyarkirin ku pêwîstiya Sûriyeyê bi avabûneke li gorî prensîbên edalet, wekhevî û naskirina mafên hemû pêkhateyan heye. Ev kiryar derfeta avakirina Sûriyeyeke demokratîk ji holê radikin.

Daxuyaniyan banga misogerkirina mafên jinan û beşdariya wan a di hemû saziyên dewletê de, her wiha naskirina mafên rewa yên gelê Kurd kir. Daxwaz ji rêxistinên navneteweyî û mirovî kirin ku van kiryaran rawestînin.

Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku bikaranîna hêzê derveyî çarçoveya qanûnê binpêkirina mafên mirovan e.

(sb)

ANHA

Tirbespiyê

Kobanê

Girkê Legê