Rêxistinên jinan doza darizandina kujerên Mistefa Şêxo kir

Kongra Star, rêxistinên jinan û navendên parastina zarokan li Hesekê kuştina zarokê bi navê Mistefa Şêxo bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê şermezar kir û xwest berpirsyar bên darizandin.

Rêxistinên jinan doza darizandina kujerên Mistefa Şêxo kir
21 hezîran, 2025   14:46
HESEKÊ

Kongra Star û rêxistinên din ên jinan ên li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê kuştina zarokê bi navê Mistefa Şêxo ku di 19’ê Hezîranê de li bajarê Cindirês ê Efrîna dagirkirî bi destê çeteyên dewleta Tirk hate kuşt, şermezar kirin.

Daxuyanî li Qada Merşo ya taxa Tilhecerê, bi amadebûna nûnerên saziyên jinan û endamên Kongra Star, ji aliyê endama Meclisa Jinan a bajarê Efrînê Hêvîn Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rastî tawanên herî hovane tên.

Di daxuyaniyê de sûcê kuştina zarokê bi navê Mistefa Şêxo li gundê Hec Hesno yê bajarê Cindrêsê şermezar kir û ​​ji rêxistinên mirovî û navneteweyî xwest berpirsyaran radestî dadgehê bikin.

Der barê heman mijarê de Rêxistina Stêrk a Parastin û Çavdêriya Mafên Zarokan li Hesekê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya navenda rêxistinê ya li taxa El Salihiyê ji aliyê Lîmar Teysîr El Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev bûyer beşeke ji sûcên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ku li ber çavên hêzên navneteweyî tên kirin.

Rêxistina Stêrk di dawiya daxuyaniya xwe de xwest berpirsên van sûcan bêne darizandin, her wiha bang li hemû saziyên navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku ji bo rawestandina van sûcan bi awayekî rasteqîn tev bigere.

(k)

ANHA