Rêxistinên hiqûqî banga parastina mafên xwepêşandanên aştiyane kir

Rêxistin û desteyên hiqûqî yên Sûriyeyê banga parastina mafên welatiyan ên derbirînê û kombûna aştiyane kir.

Rêxistinên hiqûqî banga parastina mafên xwepêşandanên aştiyane kir
21 îlon, 2026   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveberî ya Federaliya Sûriyeyê ya Rêxistin û Desteyên Mafên Mirovan têkildarî xwepêşandanên aştiyane yên rawestandina bihabûn û xerabbûna asta jiyanî li Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Desteyê bang li rêxistin û desteyên hiqûqî kir ku komîteyên karkerên serbixwe li nuqteyên xebatê ava bike, torên hevgirtin û hevrêziyê di navbera karkerên tevahî beşan ava bikin, sendîkayên karkerên serbixwe di beşên giştî û taybet de damezrînin ku daxwaza karkerên ji tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê biparêzin.

Desteyê banga bilindkirina destheqê li gorî asta bihabûn û lêçûnên jiyanî kir û daxwaza misogeriya azadiya rêxistinî ya sendîka, mafên xwepêşandan, girev û derbirînê, rawestandina siyasetên derxistina komî û vegerandina karkerên ji kar hatine bidûrxistin û peydakirina garantiya tenduristî ya karkeran kir.

Di dawiyê de desteyê bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku gavên dayîna biryarên yasayî yên birêxistinkirina mafê xwepêşandan, kombûna aştiyan li gorî pîvanên destûrî û navneteweyî bigire, encamnameyên ji desteyên eleqedarî mafên mirovan bi cih bîne û dilsozî pabendiyên navneteweyî yên têkildarî van mafan bibe.

(f)