Hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneytrayê şivanek binçav kir

Hêzên Îsraîlê ku bi 5 wesayîtan ketin gundewarê Quneytrayê û şivanek binçav kir.

Hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneytrayê şivanek binçav kir
21 îlon, 2026   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Liv û tevgerên leşrekî yên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê dewam dikin.

SOHR‘ê ragihand ku hêzên Îsraîlê bi 5 wesayîtan ket bajarokê Seyda Hanûtê yê gundewarê Quneytrayê û şivanek binçav kir.

Nehat zanîn şivan ber bi ku ve hat birin û sedema binçavkirinê nehat zanîn.

(bb)