Rêxistineke jinan: Rêjeya beşdariya jinan di hikumetê de cihê şermê û şeklî ye

Gerînendeya rêxistineke jinan diyar kir ku beşdariya jinan di hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û navendên girtina biryarê hîn jî tenê şeklî ye. herwiha diyar kir ku rêjeya heyî ne li gorî hêz û pisporiya jinên li Sûriyeyê ye. Divê mafê jinan di rêya destûr û qanûnên zelal de bê misogerkirin.

Rêxistineke jinan: Rêjeya beşdariya jinan di hikumetê de cihê şermê û şeklî ye
1 îlon, 2026   07:55
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Di demekê de ku herêm bi hacetî beşdariyeke rastî û çalak a jinan di jiyana siyasî û saziyên giştî de, beşdariya jinan di saziyên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û navendên biryarê rastî astengiyên mezin tên, yek ji wan jî erkdayîna şeklî û lawaziya hebûneke aktîv a di deverên berpirsyartiyê de ye.

Weke ku sazî û rêxistinên jinan destnîşan kirine, rêjeya temsîla jinan di dever û saziyên hikumetê de ji sedî 10`an derbas nake, li gorî zanebûn û pirsporiya li gel jinên li Sûriyeyê, ev rêje sînordarkirî ye.

Gerînendeya Rêveber a Rêxistina “Ji bo jinan” anku “Lîecil El Nesewiya” Zehra Ehmed El Firêc dibêje ku hebûna jinên li Sûriyeyê di saziyên hikumeta veguhêz de tune ye, tişta heyî ne li gorî rola jinan, hêz û pisporiya wê ya di civaka Sûriyeyê de ye.

Zehra di axaftina li gel ANHA`yê re beşdariya jinan di cihê biryarê de bi “Şerm û tenê di çarçoveya wêneyan” de ye.

Zehra dibîne ku heta niha planeke zelal û pratîk ji bo beşdariya jinên li Sûriyeyê di sazî û avakirina civakê de tune ye, ev jî ji ber lawaziya temsîliyeta jinan di desteyên siyasî û yên hikumetê, nebûna wê di cihê biryarê de, nebaweriya bi hêz û pisporiya wê, kiryarên li dijî jinan e.

Zehra El Firêc destnîşan kir ku dema girtina biryarên têkildarî pêşeroja jinan li Sûriyeyê, nerînên rêxistinên jinan nayê girtin. Civîn û kongreyên ku rêxistinên jinan lê amade dibin, şeklî dimînin.

Zehra da zanîn ku têkildarî beşdariya jinan di vê dema heyî de zext zêde bûn, ev yek ji ber derketina gotara nefretê û daxuyaniyên ku şerê piraniya çînên civakê dike derdikeve holê. Tevî hebûna îradeyeke xurt û israra zelal a jinan, ev zext bandorê li beşdariya jinan dike.

Têkildarî tişta ku jinên li Sûriyeyê di vê qonaxê de bi hacetê wê ye, Zehra El Firêc ev yek anî ziman: “Jina li Sûriyeyê bi hacetî destûreke ku mafê xwe yê beşdariya di avakirina civakê de jê bigire ye, her wiha divê li ser esasê qanûnên aktîv ji bo jinan derfeteke rastî li gorî xebat û hêza wê bê dayîn, bi vê rêyê bighêje cihê biryarê.”

(sb)

ANHA