Kurdên Sûriyeyê..ji dîrokê heyanî polîtîka paşguhkirinê û hevkariya avakirina dewletê-2

Li Sûriyeyê pirsgirêka gelê Kurd a nasname, welatîbûn û wekheviyê heye, li hemberî wan polîtîka înkarê hate meşandin û bi sedan ji ber xebatên siyasî û daxwaza wan mafên xwe hatin girtin. Piştî li Sûriyeyê sala 2011`an şoreşê dest pê kir gelê Kurd ketin pêvajoyeke nû û di şoreşê de rolekî wan ê sereke hebû.

Kurdên Sûriyeyê..ji dîrokê heyanî polîtîka paşguhkirinê û hevkariya avakirina dewletê-2
Kurdên Sûriyeyê..ji dîrokê heyanî polîtîka paşguhkirinê û hevkariya avakirina dewletê-2
Kurdên Sûriyeyê..ji dîrokê heyanî polîtîka paşguhkirinê û hevkariya avakirina dewletê-2
Kurdên Sûriyeyê..ji dîrokê heyanî polîtîka paşguhkirinê û hevkariya avakirina dewletê-2
Kurdên Sûriyeyê..ji dîrokê heyanî polîtîka paşguhkirinê û hevkariya avakirina dewletê-2
Kurdên Sûriyeyê..ji dîrokê heyanî polîtîka paşguhkirinê û hevkariya avakirina dewletê-2
Kurdên Sûriyeyê..ji dîrokê heyanî polîtîka paşguhkirinê û hevkariya avakirina dewletê-2
1 îlon, 2026   02:35
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

JI POLÎTÎKA ÎNKARÊ HEYANÎ ŞOREŞÊ 

Piştî avakirina komara erebî ya yekbûyî sala 1958`an di navbera Sûriyeyê û Misrê de hate avakirin, pirsgirêka Kurd û têkiliya wan bi dewletê re kete pêvajoyeke nû de, nijatperestiya erebî derket pêş û hebûna neteweyên dîtir û çanda wan hate înkarkirin. Piştî yekîtiya Sûriyeyê û Misir sala 1961`an hilweşiya polîtîka dewleta Sûriyeyê li hemberî gelê Kurd zelal bû. Sala 1962`an li parêzgeha Hesekê serjimariyeke awarte çêkirin û piştî partiya Baas sala 1963`an li Sûriyeyê gihaşte desthilatdariyê nasnameya gelê Kurd, mafên wan ên sivîl û çandî înkarkirin. Heyanî şoreşê li Sûriyeyê (2011`an) dest pê kir di dema Hafiz El Esed û Beşar El Esed de li ser gelê Kurd polîtîka înkarê dane meşandin.

JI YEKÎTIYÊ HEYANÎ SERJIMARIYA AWARTE

Pirsgirêka Kurd li ser Sûriyeyê ne ji serjimariya awarte (1962`an) dest pê kir, berî wê jî gelê Kurd li Sûriyeyê daxwaza mafên xwe yên siyasî û çandî dikirin.

Di dema yekîtiya di navbera Sûriyeyê û Misrê de serjimariya awarte sala 1958`an dest pê kir heyanî sala 1962`an berdewam kir. Piştî ku yekitiya Sûriyeyê û Misrê xira bû sala 1962`an biryarnameya (93) derket û serjimariya awarte li parêzgeha Hesekê di rojekê de pêk anîn û ji gelê Kurd hate xwestin ku isbat bikin ku ew ji sala 1945`an li Sûriyeyê ne û bibin hemwelatiyên Sûriyeyê.

Li gorî raporên qanûnî ji ber serjimariya awarte tenê di rojekê de pêk hat, di encama wê de gelê Kurd bi deh hezaran nikarîbûn bibin hemwelatiyên Sûriyeyê. Li gorî çavkaniyên hiqûqî nêzî 120 hezar kesî ji cinsiyeta Sûriyeyî hatin mehrûmkirin. Hikûmeta Sûriyeyê êdî beşek ji gelê Kurd weke biyanî pênase dikir û beşê dîtir qeydnekirî pênase dikir. Kurdên qeydnekirî ji hemû mafên xwe yên sivîl û hiqûqî hatin mehrûmkirin, nikarîbûn bixebitin, bibin xwedî mulk, mîras ji wan re dernediket, nikarîbû zewaca xwe qeyd bikin û bixwînin.

DEWLET BI ÎNKARKIRINÊ NAYÊ AVAKIRIN

Lêkolînerê dîrok û şaristaniya kurdî Fewaz Osman anî zima ku paşguhkirin û înkarkirina gelê Kurd li Sûriyeyê bû sedema ku feraseta hemwelatiyê li Sûriyeyê pêşnekeve û wiha pê de çû: `Dewleta xurt bi înkarkirina beşek ji hemwelatiyên xwe nayê avakirin, dema ku pirreng be û mafên hemû neteweyan bide xurt dibe. Mînaka her berbi çav a serjimartiya awarte (5`ê cotmehê sala 1962`an) li parêzgeha Hesekê ye. Dema ku gelê Kurd ji mafên wan mehrûm kirin êdî nema dikarîbûn bixwînin, bixebitin, derkevin derveyî Sûriyeyê û bibin xwedî mulk. Di vê serjimariya awarte de gelek Kurd ji cinsiyeta Sûriyeyî mehrûm kirin û ew weke biyanî û qeydnekirî dane naskirin. Bi wext re hejmara Kurdên qeydnekirî gihaşte nîv milyonî.`

Osman got divê li gorî rêgezên wehkev ên hemwelatiyê divê cinsiyeta Sûriyeyî bidin hemû Kurdan û divê pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê qanûnî were çareserkirin.

POLÎTÎKA EREBKIRINE LI SER KURDAN FERZ KIRIN

Piştî ku partiya Baas (sala 1963`an) li Sûriyeyê bû desthilatdar di polîtîka înkarkirina nasnemaya gelê Kurd berdewam kir û nijatperestiya erebî li pêş bû. Ji ber vê yekê qedexe bû ku li saziyên dewletê bi zimanê kurdî baxivin û zimanê kurdî, çanda kurdî û sembolên kurdî bi temamî qedexe kir. Her wiha li Cizîr, Kobanê û Efrîn navên gund, bajarok û bajarên kurdan ji kurdî kirin erebî.

KEMBERA EREBÎ…LI CIZÎRÊ GUHERTINA DEMOGRAFÎK

Girêdayî polîtîka înkarkirina hebûna gelê Kurd projeya kembera erebî pêşxistin û li herêma Cizîrê pêk anîn. Salên şêstî projeya kembera erebî danîn û salên heftî pêk anîn. Dewletê li Cizîrê gund lêkirin û malbatên ji pêkhateya ereb xistin van gundan de, bi taybet malbatên ku malên wan di bin ava çemê Firatê de man ew ji Tebqa û Reqayê anîn li Cizîrê bi cih kirin. Sala 1975`an nêzî 4 hezar malbatên ji pêkhateya Ereb anîn 41 gundên Cizîrê û destê xwe danîn ser erdên Kurdan û dan wan malbatên ji pêkhateya Ereb ku anîn li gundên Kurdan bi cih kirin. Sala 1976`an projeya kembera erebî bi dawî bû û erdên ji Kurdan standin li wan venegerandin.

Li gorî rapor û lêkolînên hatî kirin nêzî 335 gundên Kurdan bi projeya kembera erebî bandor bûn û Kurdên di encama vê projeyê de ziyan dîtin derdora 150 hezar kesî ne. Malbatên ji pêkhateya Ereb zêdetirî xwe li gundên ser sînorê di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de bi cih kirin û erdên Kurdan ji bi zorê ji wan standin û dan malbatên ereb.

ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ QEDEXE KIRIN

Kurdên Sûriyeyê ne tenê ji cinsiyeta Sûriyeyî mehrûm kirin û destê wan danîn ser erdên wan, her wiha çand û zimanê kurdî qedexe kirin. Gelê Kurd tenê li mala xwe û di nava hevde dikarîbûn bi kurmancî baxivin û qedexe bû ku cejin û munasebetên xwe yên kurdî pîroz bikin, ew neçar diman ku veşartî pîroz bikin û ji xwe mafên wan tine bû ku partiyên siyasî ava bikin û hebûna xwe ya siyasî biparêzin. Ji ber vê yekê dema ku veşartî tev li partiyên siyasî dibûn an jî cejin û munasebetên xwe pîroz dikirin, dihatin girtin û ceza kirin.

REWŞA KURDAN DI DEMA HAFIZ EL ESED Û BEŞAR DE

Polîtîka înkarkirina gelê Kurd berdewam kir û ew ji hemû mafên xwe hatibûn mehrûmkirin. Li ser gelê Kurd zexteke siyasî û qanûnî hebû û dema ku cejinên xwe pîroz dikirin û dixwestin tev li xebatên siyasî bibin dihatin girtin û ew ceza dikirin. Qedexe bû ku gelê Kurd weke neteweyekî hebûna xwe diyar bike û xwe biparêze.

Di serhildana Qamişloyê de (12`ê Adarê 2004`an) li ser gelê Kurd komkujî pêk anîn û di encamê de nêzî 36 Kurd şehîd bûn, bi dehan birîndar bûn û bi hezaran hatin girtin.

Piştî serhildana Qamişloyê sala 2004`an gelê Kurd têkoşîna xwe ya siyasî xurtir kir û daxwaza mafên xwe kir.

20`ê Adarê 2008`an hêzên ewlekariyê yên Sûriyeyê di Newroza Qamişloyê de gelê Kurd gulebaran kirin û wê demê 3 xortên Kurd şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn, her wiha sala 2010`an li di Newroz Reqayê de xortekî Kurd bi destê ewlekariya dewletê şehîd bû, her wiha hejmarek birîndar bûn û gelek jî hatin girtin.

DERXISTINA BIRYARNAMEYA (49)

Sala 2008`an biryarnameya (49) derxistin û li gorî vê biryarnameyê qedexe bû erdên ser sînor werin frotin û kirîn. Ji pêkhateya Ereb, Suryan û Aşûriyan dikarîbûn erdan bikirin lê Kurdan nikarîbûn bikirin û ji bo erd bikirin divê wezareta parastinê ya Sûriyeyê ere bike. Gelê Kurd li hemberî vê biryarnameyê derketin xwepêşandanan û gelek kes hatin girtin.

Sala 2011`an destpêka şoreşa Sûriyeyê Beşar El Esed 7`ê nîsanê 2011`an biryarnameya (49) derxist û li gorî biryarnameyê tenê Kurdên ji wan re dibêjin biyanî cinsiyeta Sûriyeyî bigirin û yên qeydnekirî dîsa ji cinsiyeta Sûriyeyê mehrûm kirin.

ŞOREŞA SÛRIYEYÊ DEST PÊ KIR

Meha adarê 2011`an li Derayê şoreşê dest pê kir û li bajar û herêmên Sûriyeyê belav bû. Gelê Kurd berî şoreşê destbi têkoşîna siyasî kiribû û daxwaza mafên xwe yên siyasî û çandî dikirin. Ji ber vê yekê roja 19`ê Tîrmehê 2012`an destbi şoreşê kirin û herêmên xwe ji rejîma Baas û çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Komên çekdar ên Sûriyeyê ketin bin xizmeta hêzên herêmê û şûna li hemberî rejîma Baas şer bikin, berê xwe dan gelê Kurd û şerê wan kirin.

PAŞGUHKIRINA KURDAN Û LEWAZIYA FERASETA HEMWELATIYÊ

Fewaz Osman got salên borî têkiliya di navbera dewletê û Kurdan de ji feraseta hemwelatiyê ne dûre, ji ber ku beşek Sûriyeyî ji mafên wan ên qanûnî, çandî û siyasî mehrûm kirin wekheviya navbera welatiyên Sûriyeyê lewaz kir. Her wiha Osman anî ziman ku ji ber dewletê gelê Kurd paşguh kir bû sedema ku feraseta hemwelatiyê lewaz bibe û divê ev şaştiya di dîrokê de hatiye kirin, îro were sererastkirin.

Sibe: Kurdên Sûriyeyê….ji şoreşê heyanî hevkariya avakirina dewletê

(np)

ANHA