Ji bo kêmneteweyên li Suriyeyê kampanya

Rêxistina WSD`ê ji bo ku balê bikişîne ser çewisandin û binpêkirina kêmneteweyên elewî, xiristiyan, durzi, kurd û suniyên nerm, li Sûriyeyê kampanyayeke çapemeniyê ragihand.

Ji bo kêmneteweyên li Suriyeyê kampanya
21 tebax, 2025   17:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Înmaa ya Sûriyeyê ya Rojava (WSD) ragihand ku wê dest bi kampanyayeke çapemeniyê û navendeke nûçeyan a rojnamevanan kiriye ji bo ku balê bikişîne ser komkujî û sûcên li dijî elewî, xiristiyan, durziyan û gefên li dijî kurdan û suniyên nerm. 

Li gorî daxuyaniya rêxistinê, di kampanyayê de, dê agahiyên belgekirî, raporên meydanî, şahidên kesên xilasbûyî, jêderên belgekirî, peyda bibin. Di Adar û Nîsanê de li dijî elewiyan paşê di Gulan û Tîrmehê de li dijî durziyan êriş hebûn. Niha parêzgeha Siwêdayî doprêçkirî ye û hêzên êrişker 33 gund kontrol kirine.

Rêxistinê ku navenda wê li Beyrûtê ye, destnîşan kir ku gelê Sûriyeyê layîq e azad û di nava aştiyê de bijî. Rêxistinê diyar kir ku divê êrişên heyî bi lez rawestin û ew ê bi rêya hewldanên piştevanan û kampanya hinareyên ji raya giştî re, vê yekê bi dest bixe.

(şx)