Di salvegera komkujiya El Şiêtat de peyamên hevgirtinê û berdewamkirina têkoşînê

Bi sedan şêniyên êla El Şiêtat şehîdên komkujiya 2014`an a ku DAIŞ`ê li dijî êlê kiriye, bi bîr anîn. Şêniyan soz da ku ew dev ji mîrasê şehîdan bernadin û dê têkoşînê bidomînin ta ku edaletê û istiqrarê li herêmê bi dest bixin.

Di salvegera komkujiya El Şiêtat de peyamên hevgirtinê û berdewamkirina têkoşînê
Di salvegera komkujiya El Şiêtat de peyamên hevgirtinê û berdewamkirina têkoşînê
Di salvegera komkujiya El Şiêtat de peyamên hevgirtinê û berdewamkirina têkoşînê
Di salvegera komkujiya El Şiêtat de peyamên hevgirtinê û berdewamkirina têkoşînê
Di salvegera komkujiya El Şiêtat de peyamên hevgirtinê û berdewamkirina têkoşînê
Di salvegera komkujiya El Şiêtat de peyamên hevgirtinê û berdewamkirina têkoşînê
Di salvegera komkujiya El Şiêtat de peyamên hevgirtinê û berdewamkirina têkoşînê
21 tebax, 2025   17:21
DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên êla El Şiêtat, nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê, rûspiyên êlên herêmê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tev li merasîma bîranîna şehîdên komkujiya Şiêtat bûn ku li goristana şehîdan a bajarê Firatê yê bajarokê Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê hate lidarxistin. 

Rûspiyê êla El Şiêtat Nasir El Taramî axivî û sersaxî da malbatên şehîdên komkujiyê. El Taramî, fedekariyên şehîdan ên li hember terorê û ji bo parastina axê û rûmetê dane, silav kirin.

Ji femandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Xebat El Şiêtat axivî û soz da ku dê rêya şehîdan bidomînin û got: “Em aştîxwaz in, em ne şerxwaz in. Lê heke pêwîst bike em ê bê terdûd ewlehiya Sûriyeyê ji terorê biparêzin.”

Endama rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbya ya Dêrazorê Newal El Suhêl axivî û got ew bi dayîkên şehîdan serbilind in. Newal diyar kir ku jin berxwedêr û fedakar e û ji bo têkbirina hewldanên şikandina vîna gelê Sûriyeyê, banga hevgirtinê kir.

Endamê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê Ebdurezaq El Rehîm wiha axivî: “Em her kesê koletî qebûl nekiriye û ji bo parastina rûmeta xwe canê xwe feda kir, bi bîr tînin.”

Di merasîmê de şervanên QSD`ê toreneke leşkerî li dar xist, dûre koma Beraêm El Firat (Gulpikên Firatê) berhemên xwe pêşandan.

Di dawiya merasîmê de, teqezî bi yekitiya tevahî pêkhate û saziyan, berdewamkirina rêya şehîdan heta bidestxistina ewlehiyê li Sûriyeyê li gorî destûreke demokratîk a ku wekheviyê û yekitiya gelan misoger dike, hate kirin.

Çeteyên DAIŞ`ê piştî ku erdnîgariyeke berfireh a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kir, li dijî êlên ereb gelek komkujî kir. Êla El Şiêtat a li Dêrazorê êla herî zêde zirar ji DAIŞ`ê dîtiye. Çeteyên DAIŞ`ê Tebaxa 2014`an zêdetirî hezar û 200 kes ji êlê kuştibû.

(şx)

ANHA