Çeteyên biyanî yên li Sûriyeyê… Tevî metirsiyan jî binasnamekirin

Binasnamekirina çeteyên biyanî yên li Sûriyeyê bûye rojeveke sereke ya civakê. Di heman demê de li ser asta herêmî û navneteweyî jî bi berfirehî ev mijar ketiye rojevê. Bandorên wê yên neyînî li ser civaka Sûriyeyê zêde ne. Gavên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên di vî warî de jî metirsîdar têne nirxandin.

Çeteyên biyanî yên li Sûriyeyê… Tevî metirsiyan jî binasnamekirin
22 tebax, 2025   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê gelek çeteyên biyanî di astên bilind ên leşkerî de erkdar kirin û rutbe dane wan. Ev gava hikumeta veguhêz bû mijara nîqaşan. Ev gav dê bandoreke çawa li siberoja dosyaya çeteyên biyanî yên li Sûriyeyê bike?

Hebûna çeteyên biyanî li Sûriyeyê ne mijareke nû ye, lê bi hatina HTŞ’ê ya ser desthilata Şamê re pêşketinên nû di vê derbarê de çêbûn.

ÇETEYÊN BIYANÎ KÎ NE?

Piraniya wan bi destpêka aloziya Sûriyeyê re li ser banga DAIŞ’ê û bi armanca avakirina “Dewleta Xîlafetê” hatin Sûriyeyê. Lê piştî tunekirina DAIŞ’ê piraniya wan beşdarî HTŞ’ê bûn. Hinan jî komên çekdar ên herêmî ava kirin û ew jî di bin sîwana HTŞ’ê de tev digerin.

Çeteyên biyanî yên li Sûriyeyê ji van welatan in:

Uygur (Tirkistan) ji Çînê ne: Ew koma herî mezin e, piraniya wan di nava HTŞ’ê de cih girtiye.

Çeçen: Fermandar û çekdarên ji Rûsyayê ne.

Ereb: Ji welatên Kendavê, Urdin, Misir, Tunis û Mexribê (Fas) ne.

Ewropa: Ji Fransa, Brîtanya û Almanyayê ne û hejmara wan niha kêm e. Hejmareke pir a wan vegeriyan welatên xwe.

Hejmareke din ji Ozbekistan, Tacîkistan, Tirkiye û Albanyayê ne. Hejmarek ji welatên din ên cuda jî hene.

HEJMAR Û CIH

Pir zehmet e hejmara çeteyên tev li nava HTŞ’ê bûne were teyîdkirin. Tê texmînkirin ku hejmar nêzî 6 hezarî ye. Li gorî hin raporan hejmara çeteyên biyanî li Sûriyeyê ji sedî 30’ê çekdarên HTŞ’ê ye. Di sala 2015’an de li ser zimanê Ehmed El Şeri (Ebû Mihemed El Colanî) di hevpeyvînekê de hate parvekirin. El Colanî wê demê got “hejmareke kêm çekdarên ewropî, kêmek amerîkî, hejmarek mezin ji welatên Asyayê, Çeçen, Rûs û Ereb in.”

Bi hilweşîna rejîma Baasê re, çeteyên biyanî li herêmeke berfireh belav bûn û ji gundewarên Idlib û Helebê ber bi herêmên din ên Sûriyeyê ve derketin. Beşeke wan li gundên Ceblê yên Laziqiyê bi cih bûn. Beşeke din li herêmên din ên Laziqiyê û li nêzî gundê El Hemîdiye yê li başûrê Tertûs, beşeka wan jî li nêzî Şamê û gundên Hums û Hemayê bi cih bûne. Beşeke din jî cihê xwe li Idlib û Helebê parast.

Çeteyên biyanî baregeh û navendên rejîma berê yên leşkerî wek bargehên xwe bi kar anîn. Piraniya binpêkirin, sûc, sorkirin, revandin û talan bi wan ve tê girêdan. Hebûna wan li Idlib û Helebê jî didome.

JI HEMÛ CÎHANÊ ÇETE, DERÎ JÎ TIRKIYE YE

Çeteyên DAIŞ’ê û berpirsên Cebhet El Nusra (HTŞ ya niha) berê roleke mezin di erkdarkirina çeteyên biyanî û anîna wan de lîstiye. Di hemû rewşan de derbasbûna wan di ser Tirkiyeyê re çêdibû. Tirkiyeyê sînorê xwe ji çeteyan re vekir. Ew bi rêya balafirxaneyên xwe anîn û berê wan da Sûriyeyê. Ajansa me bi dehan belge û mikurhatinên çeteyan di vê derbarê de weşandine.

Gelek belgeyên din îsbat dikin ku dewleta Tirk li pişt derbaskirina çeteyan e. Yên pasportên wan mohra Tirkiyeyê li ser, ketine destê QSD’ê. Ev îsbat dike dewleta Tirk ji wan re rê vedike.

Pispor dibêjin ev çete hema bi tena xwe ne hatine, lê belê toreyên istxbaratî yên bigirêk ew di ser Tirkiyê re derbasî Sûriyeyê kirin. Rola bikaranîna wan a du alî jî hebû. Di nava hêzên leşkerî de rola wan zêde bû. Di heman demê de bi wan guhertina demografî û bi taybet li Perava Sûriyeyê hate kirin. Li aliyê din li çiyayên asê bareghên veşartî çêkirine. Ji wir jî bi rêya deryayê berê xwe didin welatên din.

Bi avakirina Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re çeteyên biyanî li tugayên leşkerî yên artêşê hatin belavkirin. Ji wan:

Partiya Îslamî ya Tirkistanî: Serokê wê Ebû Mihemed El Tirkistanî ye, hejmara çekdarên wê derdora 2 hezar û 500’î ye.

Ensar El Tewhîd: Ebû Diyab Sermîn fermandariya wan dike, hejmara wan derdora 200’î ye.

Ecnad El Qoqaz: Muslim El Şîşanî fermandariya komê dike. Hejmara wan 250 e.

El Şîşan (Ecnad El Şam): Ebû Ebdulmelik El Şîşanî fermandariya wê dike, hejmara wan derdora 300’î ye.

GAVÊN METIRSÎDAR LI SER SÛRIYEYÊ Û SIBEROJA WÊ

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji bo hebûna çeteyên biyan li Sûriyeyê fermî bike, kar da meşandin. Di fermandariya bilind de rol da wan. Hin ji wan di desthildariyê de erk girtin. Ev di qadên siyasî û leşkerî de. Li ser wan karê dewletê û rêxistinkirina dema veguhêz bi rê ve diçe. Di heman demê de hewil didin di riya wan re civakê ji nû ve rêxistin bikin.

HTŞ’ê ber bi nasnamekirina çeteyên biyanî ve diçe. Ev gav bi taybet piştî Serokê Veghêz ê Sûriyeyê Ehmed El Şeri di 18’ê kanûna sala 2024’an de got: “Çekdarên biyanî roleke mezin di hilweşandina rejîma Esed de girtin. Hêjane em wan xelat bikin. Heger em di ber çavan re derbas bikin, kesekî 7 salan li welatekî jiyan kiribe, dikarin nasnameya wê bigrin. Ji lewma divê ev ne tiştekî qet nabe. Dikarin wan di nava civaka Sûriyeyê de bi cih bikin.”

Li ser vî esasî diyar dibe hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di mijara nasnamedayîna çeteyên biyanî de lez dike. Di heman demê de hikumeta veguhêz ragihand wan 6 rutbeyên bilind dane çekdarên biyanî yên nasnameya Sûriyeyê bi wan re tune ye. 3 ji wan bi rutbeya emîd (dakan) û 3 ji wan bi rutbeya eqîd  )albay). Navên wan jî wiha ne: Ebdel Semrîs Yaşarî (Ebû Qutada El Elbanî) ji Albanyayê, rutbeya wî dakan e, Elai Mihemed Ebdulbaqî ji Misirê ye, rutbeya wî dakan e, Ebdulezîz Dawid Xdabirdî ji Uygur e, rutbeya wî dakan e, Molan Terson Ebdulsemed û Ebduselam Yasîn Ehmed, rutbeya wan albay e.

Li aliyê din behsa niyeta Wezareta Parastinê ya hikumeta veghêz a avakirina tugayên taybet bi çeteyên Uygor tê kirin. Tevlî hîn navê tugayê bi awayekî fermî ne hatiye ragihandin, li gorî daneyan dê navê wê Tugaya 84’an lê were kirin. Herêma xebata wê jî Bakurê Sûriyeyê ye.

Nûnerê serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) yê Sûriyeyê Thomas Barrack li ser planê got “DYA plana hikumeta veguhêz qebûl kiriye ku bi hezaran çeteyên biyanî tev li artêşa Sûriyeyê werin kirin. Şertê me jî mijar bi zelalî pêk were.”

NASNAMEYÊ DIDIN BIYANIYAN

Dosya dayîna nasnameyê ji çeteyên biyanî yên li Sûriyeyê bûne mijara nîqaşên berfireh. Piştî wan fermî daxwazname ji hikumetê re pêşkêş kir. Tê de daxwaz wergritina nasnameya Sûriyeyê dikin. Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihand ev 2 meh in nasname ji çeteyan re tê dayîn. Li gorî wê rojane di navbera 30-50 çeteyên biyanî nasnameyê digrin.

Ev mijar metirsiyeke mezin di nava gelê Sûriyeyê de ava kiriye. Dibêjin ev gav dê nasnameya Sûriyeyê careke din li ser esasê baweriyan xêz bike.

Li aliyê din di hin raporan de hate aşkerekirin ku çeteyên biyanî yên xwedî baweriyên tund cihê xwe di komkujiyên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê de pêk hatin, girtin. Xwestin embargoyên civakî li ser civakê feriz bikin, wekî nimûne şopandina tevgera sivîlan û ferizkirina cilên jinan di hin bajarên Sûriyeyê de.

Yek ji xalên herî metirsîdar di vê mijarê de çeteyên DAIŞ’ê hewl didin çeteyên biyanî di avakirina “Dewleta Xîlafetê” de bi kar bînin. Heke ev gava DAIŞ’ê bi ser ket, tê wateya careke din tevlihevî zêde bibe û tevgera çekdarî mezin bibe. Pispor û çavdêrên kar û barê rêxistinên terorîst dibêjin ne zehmet e bi hezaran çeteyên biyanî tev li wan bibin.

(dc)

ANHA