Rûspiyê eşîra El Bo Umêra: Li hember fitneyan hevgirtî bin

Rûspiyê eşîra El Bo Umêra ya li Şedadê bang li şêniyan kir ku li hember fitne û hewldanên têkbirina ewlehî û îstîqrara herêmê hevgirtî bin.

Rûspiyê eşîra El Bo Umêra: Li hember fitneyan hevgirtî bin
7 tebax, 2025   05:05
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Ligel hewlên derxistina fitneyan di nava gelê Sûriyeyê de, banga rûspiyan û kesayetên civakî yên parastina yekrêzî û hevgirtina tevahî pêkhateyan bilind dibin.

Girêdayî mijarê, rûspiyê eşîra El Bo Umêra a li bajarê Şedadê yê başûrê kantona Cizîrê Sewadî El Ebdullah bang li tevahî civakê kir ku li hember fitneyên li dijî îstîqrara herêmê hevgirtina xwe xurt bikin.

El Ebdullah diyar kir ku misogeriya yekitiya gelan û pêkhateyan temsîla xeta parastinê ya yekemîn li dijî hewlên parçekirinê dike.

El Ebdullah got: "Li gel hebûna pirrengiya çandî û olî ya civaka me em diyar dikin ku yekitiya neteweyî û jiyana hevbeş di nava pêkhate û mezheban de girîng e. Ji ber ku cudahiya di navbera pêkhate û mezheban de sedema sereke ya derxistina fitneyên ewlehî û îstîqrara welat têk dibe, ye.”

El Ebdullah anî ziman ku ji bilî dabeşbûn û xerabiyê cudakarî tiştekî nayne û ev li gotina xwe zêde kir: "Cudahî parçebûn û xerabiyê tîne, lê jiyana hevbeş dihêle civak li hember zehmetiyan bihêstir û xurttir be. Rûbirûbûna vê cudahiyê divê ji hêla tevahî civakê ve be. Da fku siberojek tê de aştî û hezkirinê bê avakirin."

El Ebdullah got: "Tu cudahî di navbera Erebî, Kurdî yan jî Suryanî de û ne di navbera pêkhate yan jî mezheban de tune ye. Yekitî rêbaza pêkanîna ewlehî û îstîqrarê ye. Hevgirtin û bexişandin jî kevirê bingehîn ê her civakekê ku hewl dide dûrî fitneyê bi pêş bikeve û îstîqrar bibe."

Têkildarî aliyên fitneyan derdixin El Ebdullah anî ziman ku rola hêzên herêmî di gurkirina fitneyan de ji bo ku ewlehî û îstîqrara vî welatî tevlihev bikin, zelal e. Ebdullah bang li şêniyan kir ku li hember hewldanên têkbirina aramiyê hişyar bin.

Di dawiyê de rûspiyê eşîra El Bo Umêra Sewadî El Ebdullah got ev bang di çarçoveya xurtkirina nirxên hezkirin û jiyana hevbeş de pêk tê.

(fr)

ANHA