Rêxistina Petricor: Gotinên nefretê li dijî êzidiyan zêde bûn
Rêxistina Mafên Mirovan a Petrîcor diyar kir ku wan di 24 saetên dawî de 3 hezar û 750 gotinên nefretê yên li dijî êzidiyan tespît kirine û tekezî bi wê yekê jî kir ku ev gotin aştiya civakî tehdîd dikin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Petrîcor li ser zêdebûna gotinên nefretê yên li dijî êzidiyan raporek weşand. Di raporê de hat destnîşankirin ku ew ji ber vê kampanyaya provokatîf a bêserûber bi fikar in û axaftinên bi vî rengî aştiya civakî tehdîd dikin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev rewş ji ber wergera nerast a gotinên rayedarekê leşkerî yê Êzidî di salvegera 10’emîn a Qirkirina Êzidiyan de pêk hatiye û hate gotin ku axaftinên bi vî rengî yên heqaretê yên li ser şîroveyên şaş tenê ji bo têkbirinê ye, aşitiyê û pêkhatina pirçandî ya civakê têk dibin.
Petrîcor di daxuyaniya xwe de bang li her kesî kir ku bi berpirsyarî tev bigerin û ji nûçeyên derew ên bi daxuyaniyên berevajî belav dibin bawer nekin.
Di daxuyaniyê de her wiha tekezî li ser girîngiya kontrolkirina rastiya zanyariyan û nekişandina gotegotên bi mebesta gurkirina kîn û dubendiyê hat kirin.
Daxuyaniyê bang li hemû aliyên pêwendîdar û welatiyan kir ku ji bo parastina aştiya civakî û bihêzkirina yekrêziya di navbera hemû pêkhateyên civakê de bi hev re kar bikin. Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bihêzkirina biratî û têgihiştina di navbera kesan de yekane rêya rûbirûbûna pirsgirêkan û dabînkirina pêşerojeke azad ji zarokan re ye.
Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pêwîstiya avakirina hevgirtin, aştî û dadperweriyê ji bo civakek ewle û aram.