Jinên Ciwan têkildarî nîqaşkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan semînerek da

Yekitiya Jinên Ciwan a kantonên Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê got ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe mezin bikin.

Jinên Ciwan têkildarî nîqaşkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan semînerek da
Jinên Ciwan têkildarî nîqaşkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan semînerek da
Jinên Ciwan têkildarî nîqaşkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan semînerek da
Jinên Ciwan têkildarî nîqaşkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan semînerek da
Jinên Ciwan têkildarî nîqaşkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan semînerek da
Jinên Ciwan têkildarî nîqaşkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan semînerek da
Jinên Ciwan têkildarî nîqaşkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan semînerek da
Jinên Ciwan têkildarî nîqaşkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan semînerek da
6 tebax 2024   18:08
REQA

Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Reqayê têkildarî nîqaşkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan û rola wan di rizgarkirina jinan de li ser asta kantonên Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê li Navenda Çandê ya Reqa semînerek da. Di semînerê de endamên Yekitiya Jinên Ciwan a her 4 kantonên Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê beşdar bûn.

Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Dêrazorê Suha El Seîde bixêrhatina beşdaran kir û got: "Rêber Abdullah Ocalan rêberê Şoreşa Jinan e. Ew ji bo jin azadiya xwe bi dest bixin têkoşerê yekemîn e û niha di girtîgeha Îmraliyê de ye."

Suha wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî ragirtî ye, ji ber ku fikir û felsefeya wî di her xort û keçekê de ku şopdarên azadiyê ne, çandî ye."

Dûre beşdaran nîqaş kir. Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Reqayê Buşra El Ehmed axivî û got: "Ciwan û jinên ciwan bi taybet rola xwe ya bingehîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat kir. Îro jinên ciwan di civakê de xwedî rola mezin in. Mîna Rêber Abdullah Ocalan gotiye, ˊMe bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevinˊ. Ev jî diyar dike ku ciwan bi taybet jinên ciwan dara piştê ya avakirina civakeke demokratîk e."

Her wiha hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Dêrazorê Îbtîsam El Mihemed axivî û got: "Em ciwanên Dêrazorê bi tiştên me pêk anîne, serbilind in. Me fikrên Rêber Abdullah Ocalan nas kirin, ev jî ji bo me serkeftineke mezin e."

Her wiha endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Tebqayê Rewda El Elî axivî û got: "Fikrên Rêbertî, fikrên pir mezin in, fikrên wekhevî, demokrasî û şaristandiyê ne."

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser analîzên Rêber Abdullah Ocalan hat pêşandan.

(fr)

ANHA