‘1‘ê Mijdarê roja xwedîderketina li mirovahiyê bû‘

Di daxuyaniyên ku bi boneya 1‘ê Mijdarê hatin dayîn hate gotin, xwedîderketina li Kobanê xwedîderketina li nirxên mirovahiyê bû. Her wiha banga parastina destkeftiyên şoreşa Rojava hatin kirin.

 ‘1‘ê Mijdarê roja xwedîderketina li mirovahiyê bû‘
 ‘1‘ê Mijdarê roja xwedîderketina li mirovahiyê bû‘
 ‘1‘ê Mijdarê roja xwedîderketina li mirovahiyê bû‘
 ‘1‘ê Mijdarê roja xwedîderketina li mirovahiyê bû‘
 ‘1‘ê Mijdarê roja xwedîderketina li mirovahiyê bû‘
 ‘1‘ê Mijdarê roja xwedîderketina li mirovahiyê bû‘
 ‘1‘ê Mijdarê roja xwedîderketina li mirovahiyê bû‘
 ‘1‘ê Mijdarê roja xwedîderketina li mirovahiyê bû‘
 ‘1‘ê Mijdarê roja xwedîderketina li mirovahiyê bû‘
 ‘1‘ê Mijdarê roja xwedîderketina li mirovahiyê bû‘
 ‘1‘ê Mijdarê roja xwedîderketina li mirovahiyê bû‘
 ‘1‘ê Mijdarê roja xwedîderketina li mirovahiyê bû‘
 ‘1‘ê Mijdarê roja xwedîderketina li mirovahiyê bû‘
1 mijdar, 2026   14:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek bajaran bi boneya 1‘ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê daxuyanî hatin dayîn. 

QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişloyê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê endamê însiyatîfê Mihemed Şerîf Xelîlî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de 1‘ê Mijdarê hat pîrozkirin û daxwaz ji hikûmeta veguhêz hat kirin ku mafên gelê Kurd di destûrê Sûriyeyê de werin misogerkirin, hemû pêkhateyên Sûriyeyê cihê xwe di nava pêvajoya entegrasyonê de bigirin. Her wiha bang parastina destkeftiyên jinan hatin kirin.

Piştî daxuyaniyê sînevizyonek li ser berxwedana Kobanê hate pêşkêşkirin.

GIRKÊ LEGÊ

Meclisa bajarê Girkê Legê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Hevseroka meclisê Selama Mihemed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de berxwedana Kobanê hat bibîranîn û hate gotin, berxwedana Kobanê bû sembola têkoşîna cîhanê ya li hemberî DAIŞ`ê.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin berxwedana Kobanê ne tenê bajarê Kobanê parast, nûnerên giştî mirovahiyê cihê xwe di nava berxwedana Kobanê de girt û hevbeş li hemberî çeteyên DAIŞ`ê tê koşiyan.

Di dawiya daxuyaniyê de zimanê nefretê û provokasyonan hatin redkirin û banga avakirina Sûriyeya demokratîk, pirreng û nenavendî hat kirin

ÇILAXA

Meclisa bajarê Çilaxayê jî li pêşiya navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li taxa Resafayê daxuyanî da. Daxuyanî bi amadebûna endamên meclisê, Meclisa Malbatên Şehîdan, rêxistinên jin û ciwanan ji aliyê endamê meclisê Zahir Munzir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi berxwedana Kobanê re îrade, rûmet û nasnameya gelên azadîxwaz hatin parastin. Her wiha di berxwedanê de hat isbatkirin ku gel dikare li hemberî êrişan li ber xwe bidin.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku jin, ciwan û tevahiya civakê nirxên jiyana hevbeş parastin.

Di daxuyaniyê de banga xwedîderketina li şehîdan û parastina destkeftiyên gelan hat kirin û  wiha hate gotin: "Divê her kes bi şehîdan re dilsoz be û deskeftiyên gelan biparêzin, di vê rojê de soza xwe ya parastina îrade û rûmeta gelan nû bikin, bi azadî û demokrasiyê ve girêdayî bin, ji bo Sûriyeya demokratîk û pirreng bixebitin da ku mafên hemû pêkhateyan werin parastin."

TIRBESPIYÊ

Meclisa Bajarê Tirbespiyê jî bi amadebûna endamên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî daxuyanî da. tev lê bûn. Daxuyanî ji aliyê endamên meclisê Lorîn Mizgîn û Ebdulezîz Silêman bi zimanê kurdî û erebî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin serkeftina Kobanê di dîroka şerê li hemberî DAIŞ‘ê bûyereke girîng bû û wiha hat domandin: "Dîroka azadî û rûmeta mirovahiyê bi xwîna keç û xortan hate nivîsandin. Li Kobanê ne tenê ji bo parastina bajarê Kobanê berxwedanî hate kirin, ji bo nirxên mirovahiyê û jiyana hevbeş û pirreng berxwedanî hate kirin. Em ê her tim bi cangoriyan re dilsoz bin."

AMÛDÊ

Li bajarê Amûdê jî daxuyanî li qada Jina Azad ji aliyê endama Kongra Star Ceylan Yûsif ve hate xwendin. Endamên Kongra Star, meclisa bajar û Meclisa Malbatên Şehîdan amade bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kobanê bû sembola azadî û rûmeta gelan. Her îşaret bi pêşengiya jinan aji berxwedana Kobanê re hate kirin û banga parastina deskeftiyên Şoreşa Jinan hate kirin. Hate gotin, dê berxwedana Kobanê her tim di bîra gelan de be.

DÊRIK

Rêxistina PYD‘ê ya bajarê Dêrikê bi heman boneyê daxuyanî da. Endamê PYD‘ê Subhî Ilyas daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de şehîdên berxwedana Kobanê hatin bibîranîn û hate gotin, di şoreşa Rojava de berxwedana Kobanê pêvajoyeke gelekî girîng bû, gelê Kurd li hemberî DAIŞ`ê li ber xwe da û berxwedana Kobanê bû sembola yekitî û hevgirtina Kurdî.

Her wiha hate gotin, Kobanê ji bo gelê Rojava serbilindî ye.

TIL TEMIR

Insiyatîfa Gel a Bajarê Til Temir jî daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Ilyat ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku xwedîderketina li Kobanê divê ne tenê wijdanî be û divê mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê di destûrê de werin misogerkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku divê Sûriyeya demokratîk û nenavendî were avakirin, her kes berpirsyar nêzî pêvajoyê bibe. Di daxuyaniyê de banga parastina destkeftiyên jinan hatin kirin.

DIRBESIYÊ

Meclisa Bajarê Dirbesiyê jî daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê endamê PYD‘ê Ehmed Silêman li çerxerêya Şehîd Arîn Mîrkan hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi saya berxwedana şehîd û şervanan çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê têk çûn. Hate diyarkirin ku Kobanê dê her tim sembola berxwedanê be.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di vê pêvajoyê de divê îrade û deskeftiyên gelan werin parastin û pêkhate bi hev re bijîn.

Her wiha banga xwedîderketina li destkftiyên şehîdên Kobanê hate kirin û hate gotin, ji her kesî tê xwestin ku berpirsyar nêzî parastin û ewlehiya herêmê bibin.

(np)

ANHA