Rêxistina Efûyê: Parastina sivîlên El-Faşerê pêwîst e

Rêxistina Efûyê hêzên Piştgiriya Bilez ên Sûdanê bi kirina tawanên li dijî mirovahiyê û qirkirina etnîkî di êrîşên wan ên li ser bajarê El-Faşer, li bakurê Darfûrê, tawanbar kir.

Rêxistina Efûyê: Parastina sivîlên El-Faşerê pêwîst e
1 tîrmeh, 2026   16:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rapûrên ku îro hat weşandin, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku Hêzên Piştgiriya Bilez di dema êrîşên xwe yên ji bo kontrolkirina bajarê El-Faşer di navbera salên 2024 û 2025’an de, li gorî hevpeyvînên ku bi 247 qurbanî û şahidan re li Bakurê Darfûrê hatine kirin,li dijî mirovahiyê û qirkirina etnîkî kirine. 

Di rapûran de hat destnîşankirin ku êrîşan nifûsa sivîl yên hatin kirin ji bo girtine û kuştin, revandin, leşkerkirina zarokan û bazserdan, û her weha şewitandina malên nişteciyan piştî koçberkirina wan, kiryarên ku rêxistinê got ku dikarin bibin sedema qirkirinê.

Rêxistinê daxwaza agirbesteke çêke û şandina hêzeke navneteweyî ji bo parastina sivîlan bike, ku hevdem bû bi rûniştineke awarte ya Konseya Mafên Mirovan a UN re ji bo nîqaşkirina rewşa li Sûdanê, di demekê de ku tirsên zêde dibin ku şer dikare belav bibe.