Rêxistina Efûyê Hemas bi tawanên li dijî mirovahiyê tawanbar kir

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Hemas û komên din ên Filistînê bi pêkanîna "tawanên li dijî mirovahiyê" di êrişa Cotmeha 2023`yan de tawanbar kir.

Rêxistina Efûyê Hemas bi tawanên li dijî mirovahiyê tawanbar kir
11 kanûn, 2025   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Amnesty International (Rêxistina Efûyê) raporek nû weşand û Hemas û komên din ên çekdar ên filistînî bi pêkanîna "tawanên li dijî mirovahiyê" û "binpêkirinên cidî yên qanûnên mirovî ya navneteweyî", ji ber di êrişa 7`ê Cotmeha 2023`yan a li ser başûrê Îsraîlê de, tewanbar kir. Di êrişê de hezar û 221 kes ku piraniya wan sivîl bûn, hatibûn kuştin. Rêxistinê êriş wek "tawaneke li dijî mirovahiyê" bi nav kir.

Rapor li ser malpera rêxistinê hate weşandin û hate destnîşankirin ku komên çekdar rehîne girtin, îşkence û veşartina cenazeyên qurbaniyan pêk anîne. Her wiha dozeke tundiya cinsî belge kir û diyar kir ku binpêkirinan piştî destpêkirina şer zêdetirî salekê dewam kiriye.

Di raporê de Hemas, bi taybetî baskê wê yê leşkerî Lîwayên Îzedîn El Qesam, wek berpirsiyarê sereke hat nîşandan, di heman demê de komên din ên wekî Cîhada Îslamî û Lîwayên Şehîdên El Eqsayê û her wiha hin sivîlên filistînî jî bûne hevparên van tewanan.

(k)