Koçberên çar caran koçber bûne: Em dixwazin vegerin Efrînê

Koçberên ji Efrînê yên ku çar caran koçber bûne, got ew dixwazin dijmin ji axa Efrînê derkeve, ji bo ku ew vegerin ser axa xwe û êdî bi aramî û azad bijîn.

4 sibat, 2026   04:05
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Koçberên ji Efrînê yên ku çar caran koçber bûne, niha li bajarê Kobanê bi cih bûne. Koçberan çîroka xwe ya koçberiyê ji ajansa me re vegot.

Koçbera bi navê Erîfa Reşîd anî ziman ku ew ji Efrînê ye û ew çar caran ji malên xwe koçber bûne û wiha got: "Me gelek zehmetî dîtin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî Efrînê kir, wê demê em ji Efrînê koberî Şehbayê bûn. Li wir em 8 salan man, me got em ê li vir bimînin, heta Efrîn ji çeteyan rizgar bibe. Lê piştre çeteyan êrişî Şehbayê kir, li wir jî em koçber bûn. Me berê xwe da bajarê Tebqayê, li wir jî em salekê man. Ji ber êrişên çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk beriya çend rojan em hatin Kobanê. Koçberî, koçberî, koçberî ma heta kengî?”

Erîfayê anî ziman ku wan gelek êş û zehmetî di wan çar carên koçberiyê de kişandin û got: "Em niha li Kobanê ne, di nava seqemê de di vê zivistanê de em koçberî vir bûn. Em êdî gelekî westiyan. Tenê daxwaza me vegera li Efrîna me ye.”

Her wiha koçbera bi navê Sewsen Mihemed jî anî ziman ku ji ber êrişên dagirkeriyê wan gelek êş û zehmetî dîtin û wiha got: "Em ji Efrînê ne. Em tenê Efrîna xwe dixwazin, em tiştekî ji bilî wê naxwazin. Em çar caran koçber bûne, ji deverekê em koçberî devereke din bûn.”

Sewsenê da zanîn ku çeteyên dewlet Tirk a dagirker êrişî Efrînê kir û got: “Piştî ku êriş li Efrînê pêk hat, em ji wir derketin û me berê xwe da Şehbayê. Li wir me jiyana xwe dewam kir. Piştre çeteyan êrişî Şehbayê kir, li wir jî em koçber bûn. Me berê xwe da bajarê Tebqayê, li wir jî em salekê man. Ji ber êrişên çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk beriya çend rojan em hatin Kobanê. Pêşeroja me hat windakirin.”

Sewsenê destnîşan kir ku gelê Efrînê ji ber êrişên çeteyan û ên dewleta Tirk gelek zehmetî dîtin û got: "Zarokên me tu carî dibistan nedîtin û zarokên me fîrî tiştekî nebûn. Em tenê dixwazin dijmin ji axa Efrînê derkeve, ji bo ku em vegerin axa xwe û bi aramî û azad bijîn."

ANHA